Çand û huner

Vê hefteyê 7 fîlm ketin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlm ketin vîzyonê.

Nihat Kavşut  | 18.10.2019 - Rojanekırın : 20.10.2019
Vê hefteyê 7 fîlm ketin vîzyonê

Istanbul

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlm ketin vîzyonê.

- "Fîlmên Karakomîk"

Cem Yilmazê komedyenê navdar senaryoya "Fîlmên Karakomîk" nivîsiye û him tê da dilîze û him jî derhêner e.

"Fîlmên Karakomîk" bi konsepta "du fîlm bi hev ra" hatiye amadekirin ku ji fîlmên "Qeliz" û "Di Navberê Da" pêk tê.

Di fîlmê "Qeliz" yê di "Fîlmên Karakomîk" da Cem Yilmaz, Ozkan Ugur, Zafer Algoz, Necip Memilî û Nîlperî Şahînkaya dilîzin. Di "Qeliz" da komeke mêr ji jinên xwe ra derewan dikin û ji bona dawiya hefteyê kêf bikin tên tesîsekê. Piştî ku mexlûqên ji vê dinyayê nînin tên texma wan bûyerên balkêş diqewimin.

Di fîlmê "Di Navberê Da" yê di "Fîlmên Karakomîk" da Cem Yilmaz, Ozan Guven, Cem Davran, Cemre Ebuzziya û Uraz Kaygilaroglu dilîzin. Di fîlmê da qala çîroka xemgîn ya zilamekî tê kirin ku di keştiya wesaîtan da dixebite.

- "Malefiz: Hêza Xirabiyê"

Derhênerê fîlmê "Malefiz: Hêza Xirabiyê" Joachîm Ronnîng e û fîlm qala têkiliya tevlihev ya di navbera Malefiz û Aurora da û talûkeyên ku ji axa Moorsê tên dike.

Di "Malefiz: Hêza Xirabiyê" da Angelîna Jolîe, Elle Fannîng, Michelle Pfeîffer, Juno Temple, Ed Skreîn, Chîwetel Ejîofor, Lesley Manville û Sam Riley dilîzin.

- "Dorpêça Vikîngan"

Derhênerê "Dorpêça Vikîngan" Jack Burton e û tê da Michelle McTernan, Sarah Drîver, James Groom û Adam McNab dilîzin.

Senaryoya fîlmê "Dorpêça Vikîngan" ya Philîp Dyas û Alastar Kirton e û çîroka wê wiha ye: "Çeteyeke ji jinan pêk tê amadehiya planekê dikin. Jin dixwazin perestgehekê bi dest bixin û keşeyên ku însanan wek kole difiroşin bikujin. Lê plana wan wexta bi artêşeke şeytanî ra tên pêşberî hev xera dibe."

- "Otêla Wehşetê"

Derhênerê "Otêla Wehşetê" Michael Melskî ye û tê da Suzanne Clement, Allan Hawco, Shelley Thompson û Geza Kovacs dilîzin.

"Otêla Wehşetê" fîlmê tirsê ye û malbateke ku ji bona betlaneya dawiya hefteyê diçin otêlekê bi razên otêlê ra rû bi rû dibin.

- "Bûyer"

Derhênerê fîlmê "Bûyer"ê Mehmet Akif Buyukatalay e. Di fîlmê "Bûyer"ê da ciwanekî ku li Almanyayê li gor qaîdeyên Îslamê dijî ji ber ku bi jina xwe ra pev diçe dev ji hev berdidin û qala bûyerên peyra diqewimin tê kirin.

- "Şeva Herî Dirêj"

Derhênerê fîlmê "Şeva Herî Dirêj" Orhan Kiliç e û tê da Eda Erol, Cem Kiliç, Gamze Dar û Umut Ozkan dilîzin. Çîroka "Şeva Herî Dirêj" ji rastiyê hatiye hildan ku tê da qala tacirên însanan, baronên hişbirê û mafyaya ezayan tê kirin.

- "Li Hêviya Min Bihêle"

Dehênerê "Li Hêviya Min Bihêle" Kamil Çetin e. Di fîlmê "Li Hêviya Min Bihêle" da keçeke dixwaze bibe fenomena medyaya civakî ji bona armanca xwe diçe Îzmirê û qala bûyerên diqewimin tê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın