Çand û huner

Vê hefteyê 7 fîlm ketin vîzyonê

Vê hefteyê 4 ji wan xwemalî 7 fîlm ketin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê

Haydar Şahin  | 21.02.2019 - Rojanekırın : 25.02.2019
Vê hefteyê 7 fîlm ketin vîzyonê

Istanbul

Vê hefteyê 4 ji wan xwemalî 7 fîlm ketin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê

Fîlma "Sîbel"ê a ku di Festivala Fîlman a Locarnoyê ya 71ê da Xelata Federasyona Rexnegerên Fîlman a Navneteweyî sitand kete vîzyonê.

Derhêneriya fîlmê Guillaume Giovanettiyê derhênerê ji Fransayê û Çagla Zencîrcî dikin û di fîlmê da Damla Sonmez, Erkan Kolçak Kostendîl, Emîn Gursoy, Elît Îşcan, Gulçîn Kultur Şahîn û Meral Çetînkaya dilîzin.

Fîlm bi hevkariya Tirkiye, Fransa, Almanya û Luksemburgê hatiye kişandin û di fîlmê da qala qîzeke lal tê kirin ku bi tenê li fiqê dixe û bi vî awayî derûdora xwe ra têkiliyê datîne.

- "New York în New York"

Derhêneriya fîlma "New York în New York"ê Muammer Koçak û Serdar Gozeleklî dikin û di fîlmê da qala serpêhatiyên 3 kesên piştî qezayê nasiya xwe didin hevdu dikin.

Di fîlmê da Rafael Cemo Çetîn, Mîne Kiliç, Ahmet Yildirim û Ahmet Utlu dilîzin.

- "Ez Vegeriyam"

Derhêneriya fîlma "Ez Vegeriyam"ê Omer Faruk Yardimci dike û di fîlmê da qala merivekî pîlan dike ku jina xwe berde dikin. Jina mêrik biryarê dide ku zarekî bîne li ser vê mêrik poşman dibe û ji bo vê bi hevalekî xwe dişêwire.

Di fîlmê da Burak Satibol, Ayhan Taş, Dîlara Oztunç, Sadî Celîl Cengîz, Volkan Başaran, Dost Elver û Yîgît Ari dilîzin.

- "Tez: Şeva 13an"

Derhêneriya fîlma "Tez: Şeva 13an"ê Taylan Işiklar dike û di fîlmê da qala pirsgirêkên derûnî yên Narîna qîza xama dikin.

- "Roja Mirina Te Pîroz Be 2"

Fîlma "Roja Mirina Te Pîroz Be 2" dewam fîlma "Roja Mirina Te Pîroz Be" ye ku sala 2017an hatibû kişandin.

Di fîlmê da Christopher Landon, Jessica Rothe, Israel Broussard û Ruby Modine dilîzin.

- "Lêxe Here Keko"

Derhêneriya fîlma "Lêxe Here Keko"yê Fen-fen Cheng dike û di fîlmê da qala Zîfeg Zhangayê tê kirin ku dixwaze ku kekê wê ji wê dûr keve û heyata wê derkeve here. Bi rastî jî daxwaza wê rast dibe û kekê wê lê dixe diçe.

- "Qralîçeya Berfê 4: Neynika Bisêhr"

Derheniya fîlma anîmasyon a "Qralîçeya Berfê 4: Neynika Bisêhr" Aleksey Tsitsilin û Robert Lence dikin. Di fîlmê da qala Gerdayê tê kirin ku dixwaze malbata xwe xilas bike û her wiha bûyer û serpêhatiyên wê û dostê wê bûne mijara fîlmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.