Çand û huner

Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vizyona sînemeyan

Haydar Şahin  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 27.09.2020
Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vizyona sînemeyan

Istanbul

 Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 7 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Fîlma "Kovan"ê ya derhêneriya wê Eylem Kaftan dike ew ê sibê têkeve vizyonê. Di fîlmê da Meryem Uzerlî, Feyyaz Duman, Hakan Karsak, Burcu Salîhoglu û Dîzem Kaftan dilîzin.

Fîlma "Kovan"ê ya Eylem Kaftanê ji gelek festivalan xelat sitand û di fîlmê da jinek ji ber nexweşiya diya xwe ji Almanyayê tê Artvînê û dest bi mozvantiyê dike.

Fîlma galaya wê di 22yê cotmeha 2019an da di Festivala Fîlman a Boxazîçiyê da hat kirin ji Platforma Work in Progress a Fîlmên Dirêj a Antalyayê û Festivala Fîlman a Meletiyê "Xelata Derhêneriyê ya Herî Baş", ji Festivala Fîlman a Qeyseriyê jî "Xelata Dîmenên Herî Baş" sitandibû.

- "Randiman"

Derhêneriya fîlma "Randiman"ê Mehmet Hoşnut dike û di fîlmê da Cezmî Baskin, Salîh Kalyon, Yagmur Un, Kerîm Aydemîr û Ferîha Eyuboglu dilîzin.

Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin û di fîlmê da qîzeke xama ji bo karê ajansa reklamê ya lê dixebite diçe Ordiya zaroktiya wê lê derbas bûye û di fîlmê da qala serpêhatiyên wê dikin.

- "Serdagirtina Cinan"

Derêneriya fîlma "Serdagirtina Cinan" Kadîr Genç dike û di fîlmê da Yagmur Çapal, Neslîşah Erturk, Goknîl Gok û Ugur Elaldi dilîzin.

Di fîlmê da keçikek hesûdiya hevala xwe dike ji bo vê serî li sêr û niviştan dixe.

- "Şerê Nemiran"

Di fîlma "Şerê Nemiran" da Eric Roberts, Mindy Robinson, Bill Oberst Jr. û Ronnie Nanos serlîstikvaniyê dikin.

Derhêneriya vê fîlmê Joe Lujan dike û di fîlmê da Trikalypse û îsyankar dibin mitefîq û dijî hikmê Dominion têkoşîna azadiyê didin.

- "Heysid"

Derhêneriya fîlma "Heysid"î Hu Guanê ji Çînê dike di fîlmê da lîstikvanên wekî Zhi-zhong Huang, Zhang Junyi, Hao Ou û Wu Jiang dilîzin.

Fîlm di cureya aksiyonê da hatiye kişandin û di fîlmê da qala 800 esker û sivîlên ji Çînê yên ku di sala 1937an da li Şangayê dijî artêşa Japonyayê têkoşînê didomînin dikin.

- "Serpêhatiya Şexsî ya David Copperfield"

Senaryoya fîlmê ji pirtûka Charles Dîckensê nivîskarê sedsala 19an a bi navç "Serpêhatiya Şexsî ya David Copperfield" hatiye hildan. Fîlmê da qala hewla jiyanê ya Davîd Copperfîeldê ji bûyîna wî pê va gelek tiştên ecêb tên serî dikin.

Derhêneriya fîlmê Armando Iannuccî dike û di fîlmê da Dev Patel, Peter Capaldi, Hugh Laurie, Tilda Swinton û Ben Whishaw dilîzin.

- "Pîreboka Daristanê"

Derhêneriya fîlma "Pîreboka Daristanê" Jordan Barkr dike û di fîlmê da Hannah Kasulka, Craig Arnold, Sasha Clements, Corbin Bleu û Alexander De Jordy dilîzin.

Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin, di fîlmê da Jîll û hevalên wê diçin betlaneya zivistanê û gelek tiştên ecêb tên serê wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın