Çand û huner

Vexwendina fermî ya pêşangeha duyemîn a Istanbul Photo Awards 2025ê li Stenbolê hate lidarxistin

Özlem Limon  | 06.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Vexwendina fermî ya pêşangeha duyemîn a Istanbul Photo Awards 2025ê li Stenbolê hate lidarxistin

Istanbul

Vexwendina fermî ya pêşangeha duyemîn a pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî Istanbul Photo Awards 2025ê ya ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) va tê lidarxistin, ji aliyê Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz va, li Stenbolê hat lidarxistin.

Bi tevahî 139 wêneyên takekesî û kolajkirî, ku ji berhemên 29 wênekêşên xelatgir pêk tên, li Galeriya Hunerê ya Dolmabahçeyê ya li Muzexaneya Koleksiyonên Qesrên Serokatiya Qesrên Neteweyî piştî Enqerê hatin pêşandan.

Karagoz di vekirinê da axivî û diyar kir ku wênegirtin yek ji amûrên şahidiyê yên herî bihêz ên serdema nûjen e û bi taybetî hêza belgekirina çîrokên mirovan li herêmên şer û krîzê û rola wê ya giring di afirandina bîra kolektîf da tekezî kir.

Serdar Karagoz tekezî kir ku li 135 welatan fotonûçegihanên AAyê hene û ew her roj bi hezaran wêneyan bûyerên li çaraliyê cîhanê eşkere dikin û diyar kir ku rojane zêdetirî 6,000 parçe naverok têne hilberandin, di nav de 4 hezar wêne, 1500 nûçe, 450 vîdyo, 30 naveroka multimedia û 22 weşanên zindî hene.

Karagoz got ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve ji hêla fotonûçegihan û kameramanên AAyê va zêdetirî 200 hezar wêne û 15 hezar vîdeoyên bi taybetî li ser Xezeyê ji medyaya cîhanê ra hatine pêşkêş kirin.

- Pêşangeh heta 7ê Îlonê dikare were ziyaretkirin

Ji bo pêşbirka ku ev ku 11 sal in tê lidarxistin, îsal, wênekêşên ji 114 neteweyên cûda nêzîkî 22 hezar wêne şandin,

Îsal, pêşbirk di bin sponsoriya ragihandinê ya Turkcell de tê lidarxistin, Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkî (TÎKA) wekî sponsorekî çalakiya navneteweyî û Turkish Airlines (THY) jî wekî sponsorekî veguhastinê ya qismî piştgirî dide wê.

Pêşangeh heta 7ê Îlonê dikare were ziyaretkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.