Çand û huner

Totarî ji bo AAyê strana "Leve Palestina"ya ku bû sîmgeya protestoyên Filistînê, got

Atila Altuntaş  | 09.05.2024 - Rojanekırın : 11.05.2024
Totarî ji bo AAyê strana "Leve Palestina"ya ku bû sîmgeya protestoyên Filistînê, got

Stockholms Lan

 Strana "Leve Palestina (Bijî Filistîn)" li hemû dinyayê bû sîmgeya protestoyên ku alîgiriya Filistînê dikin. Nivîskarê gotinên stranê George Totarî stran ji bo Ajansa Anadoluyê got.

Di 11ê Gulanê da Pêşbaziya Stranên Eurovisionê heye. Totarî ji bo ku beşdarbûna Îsraîlê ya vê pêşbaziyê protesto bike, li Malmoya bajarê Swêdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li Nasiraya herêma Filistînê hatiye dinyayê.

Totarî diyar kir ku Îsraîlê di 1967an da li dijî welatê wî şer da destpêkirin û ew wê demê ji welatê xwe derket û li Swêdê bi cî bû.

Totarî wiha axivî, "Ez li Swêdê dijîm. Ji Nasiraya herêma Filistînê me û merivekî ji rêzê me. Min di sala 1973yan da strana 'Leve Palestina' nivîsî. Min xwest ku di stranê da bêjim bê ka Îsraîlê çi anî serê welatê min û çi qewimî. Lewra wextê ku di 1967an da ez hatim Swêdê, haya Swêdiyan ji zilma Îsraîlê tunebû. Tiştên ku siyasetmedar dibêjin, tên jibîrkirin, lê stran timî di hişê merivan da dimîne."

Totarî li ser navdarbûna stranê got, "Gelek hevalên min ên hunermend ên Swêdî çêbûn, bi alîkariya wan stran evqas navdar bû."

Totarî ji mîkrofonên Ajansa Anadoluyê ra strana "Leve Palestina" got ku stran bû sîmgeya protestoyên piştgirên Filistînê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.