Tehmên herêmî yên Meletiyê di "Hefteya Metbexa Tirkiyeyê" da hatin nasandin

Malatya
Li Meletiyê di çarçoveya çalakiyên "Hefteya Metbexa Tirkiyeyê" da xurekên herêmî yên ku nîşana coxrafî wergirtine, hatin nasandin.
Di çarçoveya "Hefteya Metbexa Tirkiyeyê" da ku bi pêşengiya Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û di hîmayeya Serokomarî û kordîneya Wezareta Çand û Turîzmê da li hemû parêzgeh û balyozxaneyan tê pîrozkirin, li otêleke bajêr bername hat lidarxistin.
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz di çalakiyê da axivî û diyar kir ku Hefteya Metbexa Tirkiyeyê her sal bi bernameyên cuda tê pîrozkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Meletiyê Sami Er jî destnîşan kir ku Meletî ji hêla xurekên herêmî va gelekî dewlemend e û wiha dewam kir, "Lewma jî nasandin, domandin û veguhestina bo nifşên dahatûyê ya vê çanda bêhempa a metbexê, peywira hevpar a me hemûyan e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.