Çand û huner

Tabloyên resamên Îtalyan li Qesra Îshaq Paşa tên pêşandin

Abdullah Söylemez  | 04.07.2021 - Rojanekırın : 06.07.2021
Tabloyên resamên Îtalyan li Qesra Îshaq Paşa tên pêşandin

Ağrı

Li Dogubazîda navçeya Agiriyê di Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî da 58 tabloyên ku ji berhemên orîjînal ên resamên Îtalyan pêk tên û di koleksiyona şexsî ya Hîkmet Eraslanê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Dosso Dossiyê da ne, tên pêşandan.

Bi kordîneya Walîtiya Agiriyê û di çarçoveya projeya "Çalakiyên Çand û Hunerê yên Qesra Îshaq Paşa" da hat lidarxistin û Walî Osman Varol, Şaredarê Agiriyê Savci Sayan, Hîkmet Eraslanê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Dosso Dossiyê, Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Ebu Muhsîn Bulut, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Halîl Ozyolcu û vexwandiyan pêşangeh vekir.

Walî Varol li vê derê daxuyanî da û diyar kir, havînê li bajêr wê gelek çalakiyên çand û hunerî werin lidarxistin û spasiya Eraslan kir.

Şaredar Sayan jî diyar kir, ew kêfxweş bûn ku li Qesra Îshaq Paşa çalakiya hunerî hat lidarxistin.

Eraslan jî diyar kir, ji bo ku herêm ji aliyê aborî û turîzmê va pêş bikeve divê her kes çi ji dêst tê, bike û wiha dewam kir, "Me par bi mankenên herî navdar ên Tirkiyeyê ra li Qesra Îshaq Paşa û quntarên Çiyayê Agiriyê defîleya platforma dîjîtal li dar xist û dîmenên defîleyê ji 50 welatan zêdetir weşandin. Niha jî em bi koleksiyona resmên Îtalyanan va li Dogubazîdê ne. Em ê bi vê koleksiyonê va ji bilî turîzm û modeyê hunerê jî li Dogubazîdê pêşkêş bikin ku li ser were axaftin."

Pêşangeh wê heta 3yê tebaxê dewam bike û were ziyaretkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın