Çand û huner

Stenbolê di Xelatên Geştê ya 2025an a kovara Wanderlustê da madalyaya zêrîn qezenc kir

- Xwendekarên kovara geştê ji silûeta Stenbolê ya ji qube û minareyan hatiye xemilandin heta sehneya huner û xwarinê ya pêş ketiye dîmenên dîrokî û nûjen derxist pêş û bajêr bi madalyaya zêrîn xelat kir

Bahattin Gönültaş  | 07.11.2025 - Rojanekırın : 07.11.2025
Stenbolê di Xelatên Geştê ya 2025an a kovara Wanderlustê da madalyaya zêrîn qezenc kir

Berlin

Stenbolê di Xelatên Geştê ya Xwendekaran a 2025an a Wanderlusta kovara geştê ya li dinyayê navdar e di kategoriya "Bajarê Herî Zêde Tê Xwestin ku Biçinê (Ewropa)" madalyaya zêrîn qezenc kir.

Wanderlusta ku ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Okyanusyayê heta Asyayê li erdnîgeriyeke berfireh tê xwendin bi merasima ku li Galeriya Neteweyî ya Londonê hat lidarxistin va yên ku Xelatên Geştê ya Xwendekaran a 24emîn qezenc kirine eşkere kir.

Stenbol di kategoriya "Bajarê Herî Zêde Tê xwestin ku Biçinê (Ewropa) " dabi cazîbeya xwe ya ku Rojhilat û Rojava digihîne hev madalyaya zêrîn qezenc kir.

Di daxuyaniya der barê xelatê ya Wanderlusta kovara geştê ya li dinyayê navdar e da hat diyarkirin ku xwendekarên kovara geştê ji silûeta Stenbolê ya ji qube û minareyan hatiye xemilandin heta sehneya huner û xwarinê ya pêş ketiye dîmenên dîrokî û nûjen derxist pêş û bajêr bi madalyaya zêrîn xelat kir.

George Kîpourosû Berpirsyarê Weşana Giştî ya Wanderlustê di daxuyaniyê da axivî û bi bîr xist ku Stenbolê di 2024an da madalyaya zîv qezenc kir û ev gotin:

"Stenbolê îsal madalyaya zêrîn qezenc kir. Xwendekar vê bajarê wekî bajarekî ku her carî wan mat dihêlin pênase dikin. Di avabûna rojê da geşta ji Kendava Stenbolê, tahmkirina xwarinên sedan salî û piştî nîvor gera li nav dêr, mizgeft û galeriyên hunera nûjen behs dikin. Di kevirên wî da dîrok heye lê di pêşeroja wê da xeyal hene."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.