Serlêdanên Festîvala Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 58em dest pê kir
Antalya
Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê di 2-9ê cotmehê da Festîvala Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 58em wê were lidarxistin û serlêdanên wê dest pê kir.
Muhîttîn Bocekê Şaredarê Bajarê Mezin daxuyanî da û diyar kir, seba Metraja Dirêj a Neteweyî, Belgefîlm û Kurtefîlman serlêdan li ser malpera înternetê ya festîvalê dikarin werin kirin.
Bocek daxuyand ku ew ê bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê festîvalê li dar bixin û di çarçoveya festîvalê da digel Fîlmên Metraja Dirêj ên Neteweyî, Belgefîlm û Kurtefîlman Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Navneteweyî û Foruma Fîlman a Antalyayê wê were lidarxistin, bi tevahî milyonek û 400 hezar lire xelat wê were belakirin.
Bocek daxuyand ku seba serlêdanê dîroka dawîn 9ê tebaxê ye.
Di Festîvala Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 58em da serokê festîvalê Muhîttîn Bocek, dîrektorê îdarî yê festîvalê Cansel Tuncer û derhêner jî Ahmet Boyacioglu, derhênera hunerê jî Başak Emre ye.