"Şahidên bêdeng" ên bîreweriyan li muzeyê tên nimayişkirin
Şanlıurfa
Li Muzeya Sînema û Çapemeniyê ya Şanliurfayê, zêdetir ji 100 makîneyên fotografgir û kamera yên ku di nava wan da yên salên 1912 jî hene ku gelek bûyerên dîrokî û bîrewerî nemir kirine, tên pêşandin.
Muzeya ku sala 2023yan ji aliyê Şaredariya Karakopruyê va hat avakirin, di xwe da biyografî, alav û bîranînên rojnamevanên ku ji demên berê heta niha li bajêr xizmet kirine û her wiha afîşên fîlmên ku li bajêr hatine kişandin û biyografiyên aktorên fîlman ên Şanliurfayî hene.
Di muzeyê da makîneyên fotografgir ên bi korik, bi fîm û yên dijîtal hene ku ya herî kevin makîneya fotografgir a 113 salî ye. Herwiha flaş, fîlm û trîpod û gelek aksesuarên din jî hene.
Di muzeya ku ronî dide ser geşedana dîrokî ya makîneyên fotografgir û kamerayan da, zêdetirî ji sed makîneyên fotografgir û kamera yên ku di demên berê da şahidiya gelek bîranînên xweş û nexweş kirine, tên nimayişkirin.
Berpirsê muzeyê Ugur Karaer ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji çar aliyên Tirkiyeyê wekî bexişkirin makîneyên fotografgir ji muzeyê ra hatine û mêvanên ku tên li muzeyê ber bi dîrokê va rêwîtiyê dikin.
Hasan Kaşkinê ku bi neviyê xwe ra serdana muzeyê kir, got ku makîneyên fotografgir ên kevin bandor li wî kirine.
Eren Çakirbey ku bi malbata xwe ra hatibû serdana muzeyê, diyar kir ku wan muzeyeke mezin û fireh dîtiye û derfet dîtine ku berhemên kevnar ji nêz va bibînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
