Çand û huner

Qismekî sûrên dîrokî yên Diyarbekirê derxistin ser rûyê erdê

Aziz Aslan  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Qismekî sûrên dîrokî yên Diyarbekirê derxistin ser rûyê erdê Aziz Aslan

Diyarbakir

 Li Girê Amîdayê ku wekî "Dilê Diyarbekirê" tê binavkirin, di xebatên vedanê da qismekî din ê sûrên dîrokî derxistin ser rûyê erdê.

Girê Amîdayê mazûvaniya gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Qraltiya Zamaniyên Bidlîsê, Asûrî, Ûrartûyî, Medî, Pers, Îskenderê Mezin, Selevkosî, Qraltiya Tîgranê, Romayî, Bîzansî, Sasanî, Emewî, Ebbasî, Merwanî, Selçûqî, Nîsanî, Artûqî, Eyubî, Akqoyunî, Safewî û Osmaniyan kiriye. Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê li girê Amîdayê bi serokatiya Dekanê Fakulteya Huner û Sêwirandinê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz di sala 2018an da xebatên vedanê dest pê kirin û hê dewam dikin.

Yildiz li qada vedanê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, bi tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û Zanîngeha Dîcleyê li Girê Amîdayê xebatên vedanê yên Qesra Artukluyê ya Îçkaleya Diyarbekirê tê kirin û di çarçoveya "Projeya Mîrateya ji bo Ayendeyê" da dewam dikin.

Yildiz daxuyand ku ew îsal li aliyê bakurê qesrê û li çaviya ku Meydana Alayê jê ra tê gotin, xebatan didomînin û wiha dewam kir, "Me ji sûrên Diyarbekirê qismek derxist ser rûyê erdê ku bilindahiya wê 135 santêm û dirêjahiya wê 17 santêm e û nêzî 100 salî ye ku di binê erdê da ye. Li gorî me ev qismê herî kevin e û di dewra Huriyan da hatiye çêkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.