Pêşangeha Istanbul Photo Awards 2021ê li Stenbolê hat vekirin
Istanbul
Pêşangeha sêyem a Istanbul Photo Awards 2021a pêşbaziya wêneyên xeberan a Ajansa Anadoluyê li dar dixe îro li Stenbolê hat vekirin.
Pêşangeha wêneyên xelat sitandine li Muzeya Vejenê ya Kampusa Santralîstanbulê ya Zanîngeha Bîlgiyê hat vekirin û ew ê hetanî 10ê berfanbarê ji ziyaretê ra vekirî be.
Li pêşangehê wêneyên nexweşiya Kovîd-19ê, teqîna Beyrûtê, Şampiyonaya Dinyayê ya Superbîkeyê, mijarên sala par hatin rojevê û wêneyên bijarte tên nîşandan.
Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Oguz Enîs Peru di merasima vekirinê ya pêşangehê da axivî ji ber ku ji pêşangehê ra malxweyîtiyê dike ji Zanîngeha Stenbol Bîlgiyê ra sipas kir û got ku ambiyans ciyê pêşangehê gelekî eciband.
- Em giringiyê didin Istanbul Photo Awardsê
Peru bal kişand ser wêneyê bi navê "Hezkirina Dayikê" ya Mohammed Shajahan a îsal xelat sitand û wiha pê da çû: "Qîza Mehmûd di rojbûna wî ya 44an da di karantînaya Kovîd-19ê da kulîlkekê dide bavê xwe. Dema em li vê wêneyê mêze dikin em dikarin kurtasiya 2 salên dawîn bibînin."
Piştî vekirinê Wekîlê Midûrê Weşana Xeberên Dîtbarî yê AAyê Firat Yurdakul mêvan li pêşangehê gerand û der barê wêneyan da agahî da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.