Çand û huner

Peykerên mirovan ên 3 rehendî yên serdema neolîtîk cara yekem wê bên nîşandan

Rauf Maltaş  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Peykerên mirovan ên 3 rehendî yên serdema neolîtîk cara yekem wê bên nîşandan

Şanlıurfa

 Di çarçoveya Projeya Girên Kevirî da ya ku Wezareta Çand û Geştiyariyê li Şanliurfayê didomîne, 29 berhemên ku di nava wan da peykerên mirovan ên 3 rehendî yên ku îsal li Girêmirazan û Girêkeçel derketin holê jî hene, ewê sala 2026an cara yekem bên nîşandan.

Projeya Girên Kevirî ku pênc sal in li Şanliurfayê weke yek ji projeyên arkeolojîk ên herî berfireh di dîroka Komarê da tê meşandin, vedîtinên giring ên derbarê jiyan û cîhana dînî ya serdema Neolîtîk derdixe holê.

Di serî da li Girêmirazan a di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê da, berhemên ku di vekonên hevdem ên li 12 qadên cihê da hatin dîtin, ewê li Muzeya Şûnwarnasî ya Şanliurfayê bi hilbijarteyeke taybet bên nîşandan.

Di çarçoveya projeyê da 219 akademîsyen, bi serokatiya 36 profesorên ji welatên weke Îngiltere, Almanya û Japonyayê xebatên xwe didomînin.

29 berhemên ku di encama xebatên giring ên şûnwarnasiyê ên li Girêmirazan û Girêkeçel, her wiha li gelek girên din tên ajotin da hatin dîtin, ji peyker, xişir û tiştên sembolîk pêk tên, roniyê dixin ser têgihîştina rîtuelî ya wê serdemê.

Di nava berheman da peykerên mirovan ên 3 rehendî yên li Girêmirazan û Girêkeçel, hatine dîtin, her wiha peykerê leopar û xişirên ji wê serdemê hene.

Kordînatorê Projeya Girên Kevirî Prof. Dr. Necmi Karul ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ew bi salan e bi piştgiriya akademîsyenan li ser asta navneteweyî li dûv şopên serdema Neolîtîkê ne.

Karul diyar kir ku di dîroka mirovahiyê da gelek berhemên dîrokî hatine derxistin û di çarçoveya vê projeyê da jî gelek berhemên dîrokî hatine derxistin û got, "Ji ber ku gelek berhemên dîrokî hene, me di hilbijartina berheman da zehmetî kişand, her yek ji yên din biqîmettir e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.