Çand û huner

Peykerên bi hezaran salî yên li serê Çiyayê Nemrûdê bi nanoteknolojiyê tên qewînkirin

Yasemin Kalyoncuoğlu  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Peykerên bi hezaran salî yên li serê Çiyayê Nemrûdê bi nanoteknolojiyê tên qewînkirin

Ankara

 Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy destnîşan kir ku ew mîrata Nemrûdê ya bi hezaran salan vediguhêzin paşerojê û wiha got, "Bi xebatên qaîmkirinê yên ewil va peykerên Antiochos, Apollon û serê Bazan jinûva bûn yekpare. Bi saya serê van midaxeleyên bi nanoteknolojiyê va qelş û terk hatin girtin û kevir hatin qaîmkirin."

Bi projeya qaîmkirinê ya Wezareta Çand û Turîzmê va berhemên li terasên rojhilat û rojava yên Çiyayê Nemrûdê bi nanoteknolojiyê tên parastin.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku di pêvajoya 5 salan da bi xebatên teknîka herî pêşketî va ev mîrata bêhempa dê bo nifşên nû bimîne.

Wezîr Ersoy di parvekirina xwe da wiha got, "Em mîrata bi hezaran salan a Nemrûdê bi teknîka herî pêşketî digihînin nifşên nû. Bi xebatên qaîmkirinê yên ewil va peykerên Antiochos, Apollon û serê Bazan jinûva bûn yekpare. Bi saya serê van midaxeleyên bi nanoteknolojiyê va qelş û terk hatin girtin û kevir hatin qaîmkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.