Peykertraşê Îranî bi 350 kîlogram hesinê xurde peykerê masîkefalê çêkir
Van
Peykertraşê Îranî Elî Mûtîîyê ku li Wanê dijî, ji 350 kîlogram hesinê ku ji xurdevanan kom kir, peykerê masîkefalê yê 3 metre û 30 santîmî çêkir.
Peykertraş Mûtîîyê 56 salî yê ku di 2016an da hat Tirkiyeyê û li Wanê bi cih bû, di atolyeya xwe ya li Sîteya Necaran a li navçeya Tûşbayê da, hunera xwe ya peykertraşiyê didomîne.
Peykertraşê ku bi piştgiriya xwe ya ji bo Projeya Sifir Gemarê tê naskirin û heta niha ji hesinê xurde peykerên wekî Pişîka Wanê û Cinawirê Gola Wanê çêkirine, sê meh berê biryar da ku peykerê masîkefalê Gola Wanê çêke.
Mûtîî vê carê di 2 meh û nîvan da bi hesinê înşeatê, parçeyên motorên erebeyan û 3 hezar pûlên ji sac çêkirin, bi qaynaxê va bi hev va kirin û jê peykerê masîkefalê yê 3 metre û 30 santîmî çêkir.
Peykertraş Mûtîî dê berhemên xwe di pêşangeha li Galeriya Hunerê ya Ataturk ya li navçeya Îpekyoluyê pêşkêşî ecibandina hunerhezan bike.
Mûtîî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew debara xwe ji firotina berhemên ku ji alavên xurde çêdike, derdixe.
Mûtîî bal kişand ku ew bi berhemên xwe va hewl dide bi kêrî nasandina bajêr were û wiha got, "Ev qedera 2 meh û nîvan ez hewl didim vê temam bikim. Min bi tevahî bi qasî 350 kîloyî hesinê înşeatê, parçeyên motorên erebeyan û parçeyên sacan bi kar anî. Ji bo ku ji derva va bişibe masiyê, min ji sacê 3 hezar pûl çêkirin û pê va qaynax kirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
