Çand û huner, archive

Omer Şerîfê lîstikvanê ji Misrê wefat kir

Omer Şerîfê lîstikvanê ji Misrê di 83 saliya xwe de wefat kir.

11.07.2015 - Rojanekırın : 11.07.2015
Omer Şerîfê lîstikvanê ji Misrê wefat kir

QAHÎRE

Omer Şerîfê lîstikvanê ji Misrê di 83 saliya xwe de wefat kir.

Şerîfê ku bi fîlmên bi navê "Lawrenceyê Erebistanî" û  "Dr. Jîvago" dihat nasîn, li Qahîreya paytexta Misrê ji ber qeyrana dil mir.

Steve Kenîsê menajerê Şerîf got ku wan piştî qeyrana dil lîstikvanê navdar bir nexweşxaneyê, li wir midaxeleyî wî kirin lê digel midaxaleyan mir. Omer Şerîfê navdar, nexweşê alzheîmerê bû.

Serokê Komeleya Hunermendên Sînemayê yê Misirê yê berê Eşref Abdulgafûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Abdulgafûr wiha got: "Me aktorekî ku di dinyayê de navdar bibû û demeke dirêj ji bo sînemegeriyê ked dabû winda kir. Di salên dawî de pirsgirêkên wî yên tendûristiyê hebûn. Xwestibû ku di dawiya emrê xwe de li Misrê bijî."

Şerîf di 10ê nîsana 1932yan de li Îskenderiya bajarê Misrê ji dayik bû. Şerîfê ku demeke di dikana keresteyê ya bavê xwe de xebitî, bala xwe da xeyalên xwe û ji bo wan xebitî. Li Misrê di gelek fîlman de leyîst.

Şerîfê katolîk, bibû misilman û di sala 1955an de bi Fatîn Hamameya lîstikvana navdar a misrî re zewicî bû. Ji vê zewacê lawek wan çêbû. 

Omer Şerîf di sala 1962yan de di fîlma bi navê "Lawrenceyê Erebistanî" de lîstibû û wek namzedê xelata Oscarê hatibû nîşandan. Bi heman rolê Xelata Kureya Zêrîn a Alîkarê Lîstîkvanê Mêr ê Herî baş wergirt. Şerîf, di heman merasimê de Xelata Kureya Zêrîn a Lîstikvanê Pêşeroja Wî Herî Ronî jî wergirt.

Şerîf, 3 sal şûnve jî bi fîlma "Dr. Jîvago" bû xwedî xelata Kureya Zêrîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın