Navenda Pêşwaziyê ya Girê Arslantepeyê ziyaretvanên xwe derdixe rêwîtiyeke 7 hezar salî

Malatya
Navenda Pêşwaziyê ya li Girê Arslantepeyê ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire hat çêkirin, ziyaretvanên xwe dibe rabirdûyê.
Navenda ku hîmê wê di sala 2023yan da li taxa Orduzuyê ya navçeya Battalgaziyê hate danîn, di 4ê Cotmehê da dest bi xizmetê kir.
Li navendê qadên sîmulasyonê, qadeke pêşandana panoramîk û salonên pêşangeh û çalakiyan heye.
Navend li ser qadeke 1650 mêtroçargoşeyî hatiye avakirin ku jê 1330 mêtroçargoşe sergirtî ye.
Li navendê sînevîzyoneke ku behsa dîroka Girê Aslantepeyê dike tê nîşandan û agahiyan dide ziyaretvanan.
Jiyana merivên berê yên li herêmê bi awayekî sêdîmenî tê behskirin.
Midûrê Muzeya Meletiyê Murat Ata ji nûçegihanê AAyê ra got ji bo ku ziyaretvan Girê Arslantepeyê baş fam bikin ev navend pir girîng e.
Ata bal kişand ser eleqeya ziyaretvanan a li ser navendê û wiha got: "Navend bi melzemeyên kevneşopî û nûjen yên têkel va, li gorî hewcedariya ziyaretvanan hat çêkirin. Li navendê der barê niştecihbûna Arslantepeyê ya ji Serdema Kalkolîtîk bigire heta heyama Romayê ya ku bênavber dewam dike da ji ziyaretvanan ra agahî tên dayîn. Gelek vejandinên dîjîtal û dîtbarî hene. Ziyaretvanên me yên ku tên vê derê, dikarin ewil agahiyan hîn bibin û paşê serdanê bikin û bi awayekî bextewar ji vir herin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.