Çand û huner

Navçeya dîrokî Heskîf dixwaze îsal ji milyonekî zêdetir ziyaretvanî biezimîne

İbrahim Toprak  | 20.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Navçeya dîrokî Heskîf dixwaze îsal ji milyonekî zêdetir ziyaretvanî biezimîne

Batman

ÎBRAHÎM TOPRAK - Heskîfa navçeya dîrokî ya Batmanê dixwaze îsal ji milyonekî zêdetir ziyaretvanî biezimîne.

Heskîfa qedîm a ku ji cih û warên ewil ên Mezopotamyayê ye û şopên gelek şaristaniyan lê hene, bi veberhênan û fealiyetên danasînê yên van salên dawîn va par ji hêla ji 600 hezarî zêdetir geştiyarî hat ziyaretkirin.

Eleqeya turîstên xwemalî û biyanî ya ji bo Heskîfa ku ji navendên giring ên turîzma herêmê ye, sal bi sal zêdetir dibe. Li navçeya ku bi xweza û gola xwe ya bendavê va bala ziyaretvanan dikişîne, bi hedefa ezimandina ji milyonekî zêdetir turîstî va xebatên xwe didomîne.

Kesên diçin Heskîfê, diçin dîtina berhemên qedîm ên wekî Tirbeya Îmam Ebdullah, Tirbeya Zeynel Beg, Hemama Artûqiyan, Muzeya Heskîfê û Mizgefta Er-Rizq. Dîsa li Heskîfê tûra belemê jî tê lidarxistin ku bi xêra vê, dîtina Keleha Heskîfê û şikestên dîrokî pêkan dibe.

Qaymeqamê Heskîfê Mehmet Alî Îmrak ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku dîroka navçeyê vedigere bi qasî 12 hezar salan lewma Heskîf yek ji destînasyonên turîzma Tirkiyeyê yên herî giring e.

Îmrak bal kişand ku encamên erênî yên xebatên par xwe nîşan didin û wiha dewam kir, "Li Heskîfê me par ji 600 hezarî zêdetir mêvan ezimandin. Bi xebatên me îsal kirin û her wiha bi xêra veberhênanên dewleta me va em li bendê ne ku îsal bibe saleke wisa ku em behsa milyonan bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın