Çand û huner

Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê feydeyê dide turîzma Gazîentabê

Adsız Günebakan  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 13.01.2026
Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê feydeyê dide turîzma Gazîentabê

Gaziantep

ADSIZ GUNEBAKAN - Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ya li Gazîentabê ku mozaîka "Keçika Qereçî" di serî da mazûvaniya gelek berhemên ku li cîhanê navdar in dike, bi turîstên herêmî û biyanî va feydeyê dide turîzma bajêr.

Li muzeya ku di sala 2011an da ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê va li ser qadeke bi qasî 30 hezar donimî hat çêkirin mozaîka "Keçika Qereçî" di serî da, "peykerê Marsê", kaniyên ji heyama Romayê û mozaîkên ku di dema kolandinên rizgarkirinê yên li vîllayên li kêleka Çemê Firatê da hatine derxistin, gelek berhem tên nîşandan.

Muze xwedî "Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê" ye û di sala 2025an da ji ber ku hejmara ziyaretvanan gelekî zêde çêbû di turîzma bajêr da xwedî cihekî girîng e.

Midûrê Muzeya Gazîentabê Ozgur Çomak ji nûçegihanê AAyê ra got Zeugma yek ji muzeyên herî girîng ên Wezareta Çand û Turîzmê ye.

Çomak diyar kir ku Zeugma xwedî nasnameyeke navneteweyî û koleksiyoneke pir dewlemend e û wiha got: "Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê sembola Gazîentabê û welatê me ye. 'Keçika Qereçî' yek ji berhemên me yên herî girîng e, berhemeke hunerî ya xwedî nirxeke navneteweyî ye. Ji bilî 'Keçika Qereçî', gelek berhemên me yên din ên girîng jî hene. Mozaîkên pir girîng ên ku mîtolojiya Roma û Yewnanê nîşan didin jî di muzeya me da cî digirin."

Çomak daxuyand ku di sala 2024an da muze gihîştiye 466 hezar ziyaretvanan û wiha axivî: "Sala 2025an ji bo me saleke rekorê bû. Hejmara ziyaretvanan gihîşt 616 hezaran. Ev hejmareke pir mezin e. Em muzeya xwedî ziyaretvanan a herî zêde ne. Her wiha, di 16ê Gulana 2025an da me rekora ziyaretvanên rojane ya hemû deman bi dest xist. Me di rojekê da mazûvaniya 8 hezar û 126 kesan kir. Di sala 2025an da em gihîşt in 616 hezar kesî û hêvîdar im ku sala 2026an ji sala 2025an çêtir be."

Dîlara Aydina ku ji Stenbolê hatiye bajêr got ew çûne serdana Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê û wan pir ecibandiye.

Selîn Uymazê jî diyar kir ku serdana wan a yekem li bajêr Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê bûye û wiha got: "Nêrînên Keçika Qereçî bi rastî bandor li me kir."

Sila Soylu Ulusoya ku ji Samsunê hatiye jî anî ziman ku wê mozaîka Keçika Qereçî li ser înternetê dîtiye, lê dîtina wê ya li vir balkêştir û bandortir bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın