Hemn Baban
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
HEWLÊR (AA) - HÊMIN BABAN
Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê muzexaneyeke taybet a gewheran hat vekirin ku kevirên li vê derê kêmpeyda û nadîde ne.
Li Qeleya Dîrokî ya Hewlêrê, di nav sikakeke kevnare ya qeleyê de li xaniyekî tarîxî ku rengê xwe dide paşeroja bajêr welatiyekî dewlemend yê Hewlêrê muzexaneyeke kevirên giranbuha ku ji wan re tê gotin gewher vekiriye û hewl dide vê xebatê bigihîne girseyên berfireh.
Serbest Mecîd, navê welatiyê ku bi vî karî re rabûye. Ew Xwedêdayiyê sala 1961an e. Ew diyar dike ku ji bo damezrandina Muzexaneya Hewlêrê Bo Kevir û Gewheran bi salan xebat kiriye û wextê xwe bi kirrîna kevir û gewheran ve derbas kiriye. Serbest Mecîd dibêje ewî ji bo berhevkirina van kevirên biqîmet gelek pere xerc kiriye û mesrefekî wî yê zêde çûye. Lê belê ji ber ku ji van serwetên tarîxê gelekî hez dike xwe ji komkirina van nedaye alî û her demê bi xewn û xeyala danîna muzexaneyeke bi vî rengî jiyaye.
Entîkehezê Kurd, Serbest Mecîd Umer, bo peyamnêrê AAyê wiha behsa maceraya xwe ya berhevkirina keviran û danîna muzexaneyê kir:
"Ev muzexane, encama betilîna min a 35 salan e. Min di 35 salan de ev kevir û gewher kom kirin. Ev ji bo min xewneke kûr bû. Her demê di bîra min de bû ku muzexaneyeke bi vî şêweyî çêkim ku di Herêma Kurdistan û Iraqê de numûne be."
Xwediyê muzexaneyê destnîşan dike ku Rêveberiya Qeleya Hewlêrê û UNESCoyê ev cih dane wî da ku bi vî karî re baştir rabe û ji sala 2016an vir ve hewl dide wê rêk bixe.