Çand û huner

Mizgefta Silêman Xan li zîrweya Keleha Wanê ziyaretvanên xwe diezimîne

Orhan Sağlam  | 07.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Mizgefta Silêman Xan li zîrweya Keleha Wanê ziyaretvanên xwe diezimîne Orhan Sağlam

Van

Mizgefta Silêman Xan a dîrokî ya li zîrweya Keleha Wanê, bi atmosfera xwe ya menewî û dîmena xwe ya bêhempa va ji xeynî Waniyan, turîstên xwemalî û biyanî jî diezimîne.

Mizgefta dîrokî ya ku ji mekanên sembol ên turîzma baweriyê ya bajêr e, li zîrweya Keleha Wanê cih digire ku keleh ji hêla Qralê Urartuyan Sardûriyê 1em berî mîladê di salên 840-825an da li ser tehtê yekpare yê li keviya Gola Wanê hatiye çêkirin.

Sala çêkirina mizgefta dîrokî nayê zanîn lêbelê ew yek tê zanîn ku di 1534an da ji hêla Qanûnî Sultan Suleyman hatiye temîrkirin. Her wiha li gorî çavkaniyên dîrokî, ji ber erdhejan di mizgeftê da xesar çêbûye û di dema dagiriya Ûris a 1915-1918an da jî wêran bûye.

Mizgefta dîrokî bi îzna Wezareta Çand û Turîzmê û bi pêşengiya Walîtiya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin li gorî eslê xwe hat nûkirin û ev 2 sal in jî di mizgeftê da îbadet tê kirin.

Mizgeft niha jî rojane gelek ziyaretvanan û her wiha kesên dixwazin îbadetê bikin, diezimîne.

Cafer Demîrê Meleyê Miezgefta Silêman Xan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku mizgefta dîrokî ji sembolên giring ên Wanê ye.

Demîr bal kişand ku mizgeft 2 sal berê hat restorekirin û ji îbadetê ra hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın