Çand û huner

Mizgefta Mezin a li Diyarbekirê ku şopên demên berê li xwe digire, hate restorekirin

Ahmet Kaplan  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Mizgefta Mezin a li Diyarbekirê ku şopên demên berê li xwe digire, hate restorekirin Ahmet Kaplan

Diyarbakir

 Mizgefta Mezin a li Haniya navçeya Diyarbekirê ku şopên demên Artuqî, Selçûqî û Osmanî li xwe digire, hate restorekirin.

Rêveberiya Giştî ya Weqfan a Wezareta Çand û Geştiyariyê, li Diyarbekirê ku gelek şaristaniyan lê mazûvanî kiriye, ji bo ku avahiyên dîrokî yên di bin mulkiyet û parastina xwe da, ber bi siberojê va bihêlin, hewlên xwe didomîne.

Rêveberiya Giştî ya Weqfan a Herêma Diyarbekirê, beriya 3 salan li Mizgefta Mezin a dîrokî ku şopên serdemên Selçûqî û Osmaniyan li xwe digire û ava Eynkarîsê, ku li herêmê wekî şifayê tê hesibandin, di qenalên binî ra derbas dibe, dest bi xebata restorasyonê kir.

- Di erdhejê da zirar nedît

Di demekê da ku xebat berdewam in, ji bo ewlehiya demdirêj a mizgeftê, her çiqas ku di erdheja 6ê Sibata 2023an da ku navenda wê Kahramanmaraş bû, zirar nedîtibû jî, li gorî raporên pisporan, xebatên xurtkirina erdhejê jî hatin kirin.

Bi temambûna xebata ku bi qasî 3 salan dewam kir, mizgeft ji bo îbadetê ji nû va hate vekirin.

Şêniyên navçeyê piştî restorasyonê dîsa kêfxweş in ku li mizgefta dîrokî îbadetê dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın