Haydar Şahin
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
SAMSUN
Mizgefta Goceliyê ya li Çarşambaya navçeya Samsunê di sala 1206an da bêyî mix hatiye çêkirin û 811 sal e li ser piyan e.
Mizgefta di nav Goristana Gogceliyê ya li Taxa Hasbaxçeyê ji mînakên herî baş ên mîmariya darîn a Anadoluyê ye.
Di avakirina mizgeftê da darên mizgeftê bi mixan nehatine kutan, dar bi hevdu va hatine pevxistin, Mizgefta Goceliyê di nav mizgeftên darîn ên herê kevn ên li Tirkiyeyê da tê rayêdan.
Kêranên erdhejê avêtine temelê mizgefta ku 8 sedsal e li ser piyan e, tê gotin ku ji ber vê mizgeft di erdhejan da hilneweşiyayê.
Di xemilandina mizgeftê da boyaxa kokê hatiye bikaranîn û ji bo vê jî nexşên li mizgeftê hê wek roja ewil xweş xanê dikin.
- "Heke hilweşe jî ew ê di ser aliyê qibleyê da hilweşe"
Ahmet Ozkoseyê melayê Mizgefta Gogceliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku li mizgefta 811 salî wezîfeyê dike zehf kêfxweş e.
Ozkose diyar kir ku li gor rîwayetekê mizgeft di heyama Xiyaseddîn Keyxusrewê Ewil ê Siltanê Selçûqiyan da hatiye çêkirin, piştî Şerê Meydana Milazgirê deriyên Anadoluyê ji Îslamiyetê ra hatin vekirin û li hin deran mizgeft hatin çêkirin, ev mizgefta jî ji wan mizgeftan e ku cara ewil li herêmê hatin çêkirin û wiha pê da çû:
"Li gor rîwayeteke din jî hin eşîrên li herêmê li dijî pêvajoya îslambûnê derketin. Fermadarekê misilman bi artêşa xwe ya behrê va hate herêmê ku li dijî van eşîran têkoşînê bide û di wê demê da ev mizgefta da avakirin."
Ozkose destnîşan kir ku di sala 1990î da zanyaran ji darên mizgeftê hin parçeyên nimûne hildan û li ser lêkolîn kirin û wiha pê da çû: "Eşkere kirin ku mizgeft 8 sadsal berê hatiye çêkirin. Ev mizgefta 8 sedsal e li ser piyan e, înşaellah ew ê ji îro şûnda jî hê li piya bisekine. Tê gotin ku hilweşe jî ew ê di ser aliyê qubleyê da hilweşe."
Ozkose diyar kir ku mizgeft 300 kesî hildide, li vê derê 5 wext nimêj tê kirin, gelek kes tên mizgefta dîrokî ziyaret dikin.