Çand û huner

Mihrîcana Rêya Çandê ya Mêrdînê mazûvaniya nêzîkî 500 hezar kesî kir

Halil İbrahim Sincar, Beşir Şavur  | 27.10.2025 - Rojanekırın : 30.10.2025
Mihrîcana Rêya Çandê ya Mêrdînê mazûvaniya nêzîkî 500 hezar kesî kir Halil İbrahim Sincar

Mardin

Mihrîcana Rêya Çandê ya ku cara yekem li "bajarê şaristaniyan" Mêrdînê ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê va hat lidarxistin, di 9 rojan da mazûvaniya nêzîkî 500 hezar ziyaretvanan kir.

Rawestgeha 18emîn a Mihrîcana Rêya Çandê ya Tirkiyeyê îsal bû Mêrdîn.

Di çarçoveya mihrîcanê da li bajêr medreseyên Qasimiye û Zînciriye jî di nav da li 16 mekanên dîrokî û 30 cihan di bin 103 kategoriyên cûda da 370 çalakî hatin lidarxistin.

Di mihrîcanê da konser, pêşangeh, gotûbêj, şano, opera, xebatên atolyeyê, çalakiyên zarokan, çalakiyên li kolanan, nîşandana fîlman û pêşbirkên curbicur hatin lidarxistin.

Turîstên herêmî û biyanî derfet dîtin ku mîrata çandî û hunerî ya bajêr bi saya mihrîcanê nas bikin.

Mihrîcanê ji her temenî mazûvaniya nêzîkî 500 hezar ziyaretvanan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.