Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya 7emîn îro bi dawî dibe

Istanbul
Di Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya 7emîn da çalakiyên roja çaremîn û roja dawîn dest pê kirin.
Mihrîcana ku ji hêla Yekîtiya Etnospor Dinyayê va hat lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) jî şirîkê wê yê ragihandina global e, li Balafirgeha Ataturkê dewam dike.
Ji nêzîkî 35 welatan nûner beşdarî Mihrîcana Çandê ya Etnosporê bûn.
Li mihrîcanê gelek çalakiyên wekî werzîşên kevneşopî, lîstik, hunerên destan, gastronomî û hunerên dikê tên lidarxistin.
Mihrîcan ber bi êvarê wê bi merasima girtinê va bi dawî bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.