Çand û huner

Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî sibê dest pê dike

Parlamenterê AK Partiyê yê Agiriyê Ekrem Çelebî: "Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî wê sibê dest pê bike. Bila ser xêrê be"

Fatih Gazioğlu  | 04.10.2019 - Rojanekırın : 05.10.2019
Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî sibê dest pê dike

Ağrı

Parlamenterê AK Partiyê yê Agiriyê Ekrem Çelebî der barê "Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî" da daxuyanî da.

Çelebî di daxuyaniya xwe da got ku bajarê Agiriyê êdî bûye bajarê mihrîcanan. Çelebî got ku Ehmedê Xanî heta mirina xwe ji bo yêkitî, beramberî û heq xebitiyê û wiha axivî:

"Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî wê sibê dest pê bike. Bila ser xêrê be. Ji ber keda kesên ku di vê organîzasyonê da alîkar bûn, ez spasiya wan dikim. Ez ê li Enqereyê beşdarî Civîna Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê ya li Kizilcahemamê bibim. Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan jî wê beşdar bibe. Ji ber vê ez nikarim beşdarî çalakiyên mihrîcanê bibim û ji ber vê jî gelekî bi xemgîn im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.