Çand û huner

Mescida Kelehê ya li Erziromê bi sedan salan e li ser piyan e

Talha Koca  | 14.08.2025 - Rojanekırın : 19.08.2025
Mescida Kelehê ya li Erziromê bi sedan salan e li ser piyan e

Erzurum

 Mescida Kelehê ya ku li Erziromê di serdema Saltûqiyan da hatiye avakirin, bi sedan salan e li ser piyan e.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê Next Sosyalê, Mescida Kelehê wekî yekem mescida li bajêr tê qebûlkirin.

Avahiya qedîm a di hundirê Keleha Erziromê da ye tê nirxandin ku ji hêla Emîrê Saltûqiyan Mizeferudîn Xazî digel Qûleya Saetê ya Mînare Sinî di navbera salên 1124-1132yan da hatiye çêkirin.

Mescida qedera 150 kesî bi qubeya xwe ya ku ji hundir va piçûk e û xeleka wê bilind û bi qedeme ye, balê dikişîne.

Di avahiya ku bi temamî ji kevirên şikênandî hatiye çêkirin û ji xeynî mihrabê bêxeml e, nayê zanîn ku cara ewil kîngê tê da nimêj hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın