Mekanên dîrokî yên bajarê şaristaniyê li ser zebeşê Diyarbekirê hatin neqişandin

Diyarbakir
Şef Yusuf Altinkaya zebeşê tescîldar ê Diyarbekirê bi mekanên dîrokî yên bajêr dineqişîne û dike berhema hunerê.
Altinkayayê 48 salî ku eleqeya wî ya bi aşpêjiyê ra, ji zarokatiyê va dest pê kiriye û bi awayekî profesyonel dewam kiriye. Altinkaya, 15 salan li dervayî welêt bi tevahî 30 sal in wekî aşpêj dixebite.
Altinkaya ne tenê di warê xwarin û şêraniyan da, di heman demê da di hunerên aşpêjiyê da jî jêhatîbûna xwe pêş dixe û bi berhemên xwe yên balkêş geşeyê dide pîşeya xwe.
Altinkayayê ku li xwaringeheke li bajêr dixebite, vê carê avahiyên dîrokî li ser lezeta qeydkirî ya bajêr, zebeşê Diyarbekirê, neqişand.
Altinkaya bedena dîrokî ya bajêr ku şopa gelek şaristaniyan li xwe digire û di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da ye û her wiha mekanên dîrokî yên wekî Mizgefta Mezin û Pira Dehderî, li ser zebeş neqişand.
Zebeşên Diyarbekirê yên tescîkirî bi hunera Şef Yusuf Altinkaya bûne berhemên hunerî.
Altinkaya 6 heb ji berhemên xwe li Dêra Saint Georgeê ya 1800 salî ya li navçeya Sûrê amade kirin.
Şefê jêhatî di xebata xwe ya di atmosfereke dîrokî da, gunbeda dêra dîrokî û logoya Muzeya Diyarbekirê li ser zebeşê Diyarbekirê neqişand.
Şef Yusuf Altinkaya ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî ji kariyera xwe ya 30 salî 15 sal li dervayî welêt derbas kiriye û di vê demê da derfeta wî çêbû ku hem li ser lezetên Tirkiyeyê û hem jî metbexên cîhanê bixebite.
Altinkaya diyar kir ku wî îsal avahiyên dîrokî li ser zebeşan neqişandine û diyar kir ku wî ji bo vê xebatê serdana 13 cihên dîrokî yên bajêr yên weke Mizgefta Mezin û Pira Dehderî kiriye.