Malên Heranê yên kevnare di kelekel û germa havînê da hênîk dibin
Malên li Herana navçeya Şanliurfayê yên kevnare di kelekel û germa havînê da hênîk dibin.

Şanlıurfa
Malên li Herana navçeya Şanliurfayê yên kevnare ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê da cî digirin, di kelekel û germa havînê da hênîk dibin.
Malên ku qubeya wan heye, bi qasî 5 mêtro bilind in û ji kevirê kirêcê bêyî xerc hatine çêkirin. Dîwarê van malan bi çemûrê hatiye sewaxkirin û di nava xerca sewaxê da sipîka hêkê, xwelî, ka û rûnê gulan heye.
Ev mal di kelekel û germa havînê da hênîk dibin û bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne.
Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeyê ciyên herî hênîk ev malên kevnare ne.
Prof. Dr. Mehmet Onal diyar kir ku di navbera hundir û derva da 15 pile ferq dike.
Îbrahîm Çelikê tevî malbata xwe ji Kayseriyê hatiye destnîşan kir li nava bajêr kelekel û germeke zêde heye û got ku di hundirê van malan da ez dibêjim qey em derketinê serê Çiyayê Erciyesê.
Mahya Sonmezê ji Kastamonuyê hatiye jî diyar kir li Heranê ciyê herî hênîk hundirê van malan e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.