Li Wanê wêneyên ser latan ên li zozanên 3 hezar raqimî wê bi tescîlkirinê bên parastin

Van
Li Gurpinara navçeya Wanê wêneyên ser latan ên li zozanên 3 hezar raqimî ku tê nirxandin yên serdema beriya dîrokê ne wê bi tescîlkirinê bên parastin.
Xebatên ekîba şûnwarnasiyê ya bi pêşîkêşiya Serokê Beşa Şûnwarnasiyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil Wanê (YYU) Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu ku bi mebesta derxistina şûnwarên kevnare û vekirina wan ji bo geştiyariyê daye destpêkirin, berdewam e.
Ekîba ku bi piştgiriya Rêveberiya Giştî ya Mîratên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Turîzmê, çû Taxa Beşbudakê ku 62 kîlometre dûrî navçeyê ye, hilkişiya cihê Kanli Çeşmeyê Deşta ya Zozanê Tirîşînê ku raqima wê 3 hezar e.
Piştî hilkişîneke bi qasî 2 saetan ekîba ji 12 akademisyenên weke arkeolog, antropolog, dîroknasên hunerê pêk dihat, derbarê wêneyên latan ên ku sala 1967an hatibûn keşifkirin, lêkolîn kirin.
Akademîsyenan li qada ku kavilên keleh û bedena wê lê bû, latên ku wêneyên mirov, mar, pezkovî, xezal, bîzon, kîvroşk, gur, rovî û fîgurên din ên sembolîk li ser wan hatine xêzkirin, venehirîn û wêneyan girtin û ew tomar kirin.
Endamên ekîbê fotografên bi qasî 300 wêne-xêzên li ser latan ên ku tê nirxandin aidî serdema beriya dîrokê ne, kişandin û ji bo parastina bermayikên ku agahiyên giring derbarê flora û ajalan a herêmê didin, xebat dan destpêkirin.
Prof. Dr. Çavuşoglu ji nûçegihanê AAyê ra destîşan kir ku wêneyên latan ên weke van beriya niha li Hekarî û Bidlîsê dîtine.
Çavuşoglu diyar kir ku fîgurên navborî bi teknîkên tikandin û xêzandinê hatine çêkirin û got, "Li herêma me rovî, kîvroşk û bi piranî pezkovî têne dîtin. Çavkaniyên avê hatine xêzkirin ku her wekî 2 çeman temsîl bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.