Çand û huner

Li Tunceliyê jin ji bo neyê jibîrkirin tevna "cîcîm" çêdikin

Sidar Can Eren  | 16.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Li Tunceliyê jin ji bo neyê jibîrkirin tevna "cîcîm" çêdikin

Tunceli

 Li Tunceliyê jinên ku beşdarî qursa navenda alîkariya malbatê dibin, ji bo wenda nebe û ev edet bidome, tevna ku li herêmê weke "cîcîm" tê zanîn çêdikin.

Bi destê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî li navenda bajêr û 7 navçeyan navenda alîkariya malbatê xebatên xwe didomînin.

Jinên ku beşdarî van qursan dibin fêrî aşpêjî, manîkur, pedîkur, kuaforî, hunerên destan û karên curbecur dibin.

Yek ji van qursan jî çêkirina "cîcîman" e. Li Tunceliyê jinên ku beşdarî qursa navenda alîkariya malbatê dibin, ji bo wenda nebe û ev edet bidome, tevna ku li herêmê weke "cîcîm" tê zanîn çêdikin.

Li bajêr 12 jinên ku tên qursê li ber destê Zerîcan Tunçê çêkirina "cîcîman" fêr dibin.

Zerîcan Tunçê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir bi qasî 20 sal e bi çêkirina "cîcîman" ra eleqedar dibe û li qursê lidarxistin û raçandina wan fêrî jinan dike.

Gulistan Kayarciyê jî destnîşan kir ku çêkirina cîcîman kêfeke mezin dide wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın