Li Tunceliyê bi saya hişmendiya gundiyekî kêlikên 700 salî hatin parastin
Tunceli
Li Mazgîrta navçeya Tunceliyê bi saya gundiyekî kêlikên 700 salî hatin tesbîtkirin û ekîban ew birin muzeyê ku ew li wir bên parastin.
Alî Can Erdoganê li gundê Îbîmahmutê ya li ser navçeyê dijî li dora gundê xwe hin kêlikên perçebûyî dît.
Erdogan ew birin baxçeyê xwe û agahî da Midûriyeta Muzeya Tunceliyê ku ew van berheman biparêzin.
Li ser vê, Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Îsmaîl Kaya, Midûrê Muzeya Tunceliyê Kenan Oncel û arkeolog Ozgur Şahîn çûn gund û li ser kêlikan lêkolîn kirin.
Hat tesbîtkirin ku ev kêlik şopên heyamên cuda dihewînin û dîroka wan digîhêje nêzîkî 700 salî.
Piştî xebatan 22 kêlik bi wesayîta Îdareya Taybet a Bajêr anîn muzeyê.
Ev kêlikên ku li ser wan şopên şaristaniyên cuda hene piştî xebatên nûkirinê wê li muzeyê bên nîşandan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
