Çand û huner

Li Stenbolê pêvajoya nimayişa Xirqeyê Şerîf dest pê kir

İrem Demir  | 15.03.2024 - Rojanekırın : 22.03.2024
Li Stenbolê pêvajoya nimayişa Xirqeyê Şerîf dest pê kir

Istanbul

 Nimayişa Xirqeyê Şerîf a ku ji ber wesiyeta Hezretê Muhemed ji Weysel Qeranî ra hatiye hiştin, bi xatirê Cejna Remezanê li Mizgefta Xirqeyê Şerîf a li navçeya Fatihê dest pê kir.

Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Şaredarê Fatihê Ergûn Turan, neviyê Weysel Qeranî yê nifşê 59emîn Bariş Samir, malbat û endamên protokolê beşdarî merasima ku bi xatirê nimayişa Xirqeyê Şerîf ku yekemîn roja înê ya meha Remezanê li baxçeyê mizgeftê tê lidarxistin bûn.

Welatiyan ji bo dîtina Xirqeyê Şerîf lli baxçeyê mizgeftê rêzên dirêj çêkirin. Di serdanê da hin welatî hestiyar bûn.

- Di Remezanê da her roj ji bo ziyaretê vekiriye

Kesên bixwazin Xirqeyê Şerîf rojên nav hefteyê di navbera saet 10.00-17.00 û rojên dawiya hefteyê saet 09.00-17.30 dikarin ziyaret bikin.

- Xirqeyê Şerîf

Xirqeyê Şerîf a ku ji ber wesiyeta Hezretê Muhemed ji Weysel Qeranî ra hatiye hiştin, ji sala 1851ê vir va li Mizgefta Xirqeyê Şerîf a ku bi navê wê li navçeya Fatihê hatiye avakirin, tê parastin.

Xirqeyê Şerîf ku mîrata Hezretê Muhemed e, ji aliyê neviyên nifşê 58 û 59em ên Weysel Qeranî va tê parastin û ji ziyaretvanan ra tê vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın