Li Şirnexê "Sempozyuma Îbnul-Esîr El Cezerî yên Bira ya Navneteweyî" dest pê kir

Şırnak
ŞIRNAK (AA) - Li Şirnexê "Sempozyuma Îbnul-Esîr El Cezerî yên Bira ya Navneteweyî" dest pê kir.
Di vekirina sempozyuma ku bi hevkariya Walîtî, Zanîngeha Şirnexê û Odeya Pîşesaziya Bazirganiyê (TSO) li otêlekî tê lidarxistin da Sirûda Îstiqlalê hat xwendin, vîdeoya ku qala jiyana Îbnul-Esîr El Cezerî yên bira dikin, hat nîşandan.
Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîncî di axaftina xwe ya di vekirina sempozyumê da got ku bajêr mazûvaniya alimên mezin kiriye, serbilind e ku li vê cihê qedîm peywir dike.
Ekîcî da zanîn ku birayên Îbnul Esîr ên ku gelekî piştgiriya wî çêbû ku Cizîra navçeya Şirnexê derkeve pêş, şaristanî, aştî, biratî, aboriya wê pêş bikeve bi rehmet bi bîr tînin û got ku bila sempozyum bi xêr be.
Ekîcî behs kir ku birayên Îbnul Esîr li vê erdnîgariyê çendî salan jiyan û wiha axivî:
"Ereb, Kurd û Tirk bi hezaran sal in wek bira dijîn. Em li vir wekî bira dijîn lê îro dizanin ku welatên emperyalîst ji budçeyên xwe pere vediqetînin û çekan didin hin kesan. Kesên hewl didin ku bi vê erdnîgariyê ra bilîzin, nîfaqê bixin nav mirovan dê tu carî bi ser nekevin."
Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka jî diyar kir, her alimên ku li herêmê perwerde dibe û berhemên wan alema Îslamê ronî dikin û wiha dewam kir, "Her sê bira ne tenê alim in, ji bo aqlê hevpar ê mirovahiyê bûne wekî sê qendîlan. Vîzyona me ew e ku em mîrateya rabirdûyê bi asoya pêşerojê ra bikin yek, Şirnexê têxin hêlîna zanist, çand û aştiyê."
Cîgirê Rektorê Zanîngeha Şinexê Prof. Dr. Mustafa Eyyuboglu jî ragihand ku 5 jê ji Romanya, Amerîka, Sûriye, Iraq û Almanyayê bi tevahî 103 akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn.
Nûnerên saziyan, akademîsyen, xwendekar û welatî beşdarî sempozyumê bûn.
Sempozyum wê du rojan dewam bike û 103 akademîsyen wê tê da pêşkêşiyên curbecur bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.