Türkan Tosun
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Kêmendamên diçin kursa debaxkariyê ya Şaredariya Mezin a Şanliurfayê him dibin xwedî pîşe û him jî alavên xemlê çêdikin û bi firotina wan ve debara xwe dikin.
Şaredariya Mezin a Şanliurfayê ji bo kêmendam, kal û pîran di qadên cuda de kurs vekirine ku ew bibin xwedî pîşe û di civakê de heval û dostên wan çêbibin.
Kesên diçin kursê bi zehmetî û keda destan çente, kember, gerdenî, sindoq û tiştên din çêdikin, ji van hinekan difiroşin ku ji wan re bibe debar.
Mehmet Emin Ozçinarê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê ji nûçegihaê AAyê re daxuyand ku çerm bi halê xwe yê xam tînin atolyeyê, li vir mamoste ders didin kursiyeran ka ewê çawa tiştan pê çêbikin.
Ozçinar got ji 16 salî bigire heta 70 salî kursiyerên wan hene û ew di kursan de wek fabrîkayekê dixebitin û wiha dewam kir:
"Li ser tîştên ku ji çerm tên çêkirin cihên dîrokî û turîstîk ên Şanliurfayê tên neqişkirin. Li vir tiştên ku tên çekirin hemû keda destan e û di navbera 200-250 lîreyî de tên firotin, lê heman berhem li Stenbolê bi qasî 2 hezar lîreyî tên firotin. Di demek kin de înşallah emê du kargehên li bazara qesaban e jî bikirin û wan teslîmî xwîşk û birayên xwe bikin. Ewê him karê xwe bikin û him jî tiştên ku çêkirine bifroşin û alîkariya debara malbata xwe bikin."
- "Qabiliyeta wan derdikeve holê"
Mamoste Seval Kurt Tarhana ku li kursê salek e dersê dide got ew him dersê didin û him jî ji hêla civakî û derûnî va ji kêmendaman re dibin alîkar.
Tarhan got qabiliyeta kursiyeran derdive holê lewra ew keda destên xwe dikin huner.
Îbrahîm Halîl Polatê ku ji 9 mehan vir ve diçe kursê jî got di nav demeke kin de ew bûye xwedî pîşe û wiha axivî:
"Berê ez li malê rûdiniştim, lê dema ku min dest bi kursê kir gelek tişt di jiyana min de guherîn. Ez êdî dikarim bi rehetî derkevim derva, bigerim û li otobêsan siwar bibim."
Fatma Demreya diçe kursê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ew li kursê dema xwe baş derbas dike û hevalên nû nas dike.