Li Şanliurfaya ku germahiya hewayê lê digihêje 50 pileyî li rêça dîrokê digerin

Şanlıurfa
Li Şanliurfaya li Kavilgeha Heranê ya di Lîsteya Berwexta a Mîratên Cîhanê ya UNESCOyê da ku yek ji kevintirîn cihên niştecihiyê yên cîhanê ye, ekîba şûnwarnasiyê tevî tozê û germahiya bişewat, ji bo şopa dîrokê derxe ser rûyê erdê xebatê dike.
Serokê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Heranê û serokê ekîba Şûnwarnasiyê ya Kavilgeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew xebatên li kavilgehê bi fînansmana Wezareta Çand û Turîzmê û hevkariya walîtî û şaredariyê dikin.
Onal diyar kir ku çavkaniyên dîrokî nîşan didin li herêmê 5 medrese hebûne û anî ziman ku avahiyên ser bi van medreseyan derxistine holê.
Arkeolog Ezgî Orenlerê got ku germahî ji ya asayî ya demsalê zêdetir e û her wiha hebûna toza hûr a di dema vekolanê da karê wan dijwar dike.
Cemal Demirê yek ji karkerên ji Heranê, destnîşan kir ku ew elimiyê germahiyê ye û anî ziman ku ew bi dilxweşî karê xwe dike û got, "Em elimiyê vê germahiyê ne. Di binê germahiya bi qasî 45-50 pileyî da, em vî karî digel mamosteyên xwe bi kêfxweşî dikin. Jixwe "her" tê wateya germ, navê Heranê jî ji wê derê tê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.