Çand û huner

Li Rihayê navê şahiyê "şevbuhêrk" e

Li bajarê Rihayê ku li Tirkiyeyê yek ji navendên sereke yên turîzma bawerî û çandê ye, şevbuhêrkên (sira gecesi) ku tên lidarxistin bala turîstên xumalî û biyanî dikişîne.

Önder Beyter  | 19.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
Li Rihayê navê şahiyê "şevbuhêrk" e

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li bajarê Rihayê ku li Tirkiyeyê yek ji navendên sereke yên turîzma bawerî û çandê ye, şevbuhêrkên (sira gecesi) ku tên lidarxistin bala turîstên xumalî û biyanî dikişîne.

Muzîka bajarê Rihayê ku serîlêdana wê ya destpêkê hat kirin ku bi destê UNESCOyê were pesendkirin, seba dahata turîzma bajêr palpişteke pir girîng e.

Bajarê Rihayê ku li dinyayê yek ji cih û warên herî qedîm e û bajarê gelek xezelxwan, bestekar û hunermendên wekî Îbrahîm Tatlises, Muslum Gurses, Nurî Sesîguzel û Kazanci Bedîh e, ji berê da wiha tê zanîn ku însanê wê di muzîkê da xwedan şiyan e.

Şevbuhêrkên bajêr ku beşeke bivênevê ya çanda bajêr e û li mêvanxaneyên dîrokî û hin otêlan tên lidarxistin jî bala turîstan dikişînin.

Turîstên ku bi roj li deverên dîrokî û turîstîk ên bajêr digerin, êvarê jî beşdarî bernameyên "şevbuhêrkan" dibin û ligel muzîkên herêmî, çîg û şêraniya xwe dixwin. Ev yek di heman demê da gelekî bi kêrî turîzma bajêr jî tê.

Serokê Jûra Rêberên Turîstan ên Herêmî Muslum Çoban bal kişand ku çawa di mozaîkên navdar ên Rihayê yên bi navê Baxê Helebî da jî dixuyê, nerîta şevbuhêrkê vedigere bi hezaran sal berê.

Çoban bal kişand ku sedemê herî mezin ê turîstên ku şeva xwe li bajêr derbas dikin ew e ku beşdarî şevbuhêrkê bibin û wiha dewam kir:

"Turîst dixwazin guhê xwe bidin stran û awazên Rihayê û bi wî awayî çîg û şêraniyan bixwin. Piraniya mayînên şevê bi wesîleya şevbuhêrkan mumkin dibe. Hemû gelê me yê Rihayê, nexasim jî ekîbên şevbuhêrkan, nûnerên sektora turîzmê, bi kurtî herkes divê xwedî li şevbuhêrkan derkeve."

Muslum Çoban diyar kir ku li gorî qelebalixiya turîstan herçiqas biguhere jî rojê qedera 50 şevbuhêrk tên lidarxistin û wiha dewam kir, "Beşdariya şevbuhêrkên bixwarin serê merivê 80-85 lire, ya bêxwarin jî qedera 60 lireyî ye."

Rêveberê mêvanxaneyê Abdulkerîm Baynaz jî diyar kir ku însanên tên Rihayê ne bi tenê seba ger û geştê û dîtina şûnwarên dîrokî, herwiha ji bo ku beşdarî şevbuhêrkan bibin jî tên bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın