Çand û huner

Li Qesra Îshaq Paşa ya li Agiriyê pêşangeha seramîkê hat vekirin

Fatih Çekim  | 22.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Li Qesra Îshaq Paşa ya li Agiriyê pêşangeha seramîkê hat vekirin Fatih Çekim

Ağrı

 Li Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê pêşangeha seramîkê hat vekirin.

Xebatên ku di çarçoveya dersên seramîkê ya Hîndekar Dr. Elçîn Telliya Seroka Beşa Hunerên Destan a Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanistên Teknikî ya Zanîngeha Îdirê da xwendekarên beşa wêneyê da hatin çêkirin li hewşa Qesra Îshaq Paşa wek pêşangeh hat vekirin.

Elçîn Telliyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku xwendekaran berhemên her yek ji ya din xweşiktir û xweser çêkirin.

Telliyû diyar kir ku li mekanên dîrokî rapêşkirina berheman jî watedar e û got ku "Di pêşangehê da digel guldankûn seramîl xebatên hunera seramîkê ya nûjen jî cî digirin. Berhemên xwendekaran ên ku formên kevneşopî û şîroveyên nûjen anîn ba hev hem ji hêla estetîkê va hem jî bi qabiliyetên teknikî va balê dikşîne. Em li bendê ne ku di navnera 21-16ê cotmehê da hemû hunerhez bên û pêşangeha sermîkê ya li Qesra Îshaq paşa bibînin."

Erhan Agriyê Midûrê Çand û Turîzmê ya Bajêr jî beşdarî vekirinê bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.