Çand û huner

Li Qersê di cirîd û hespbaziyê da werzişvan ketin milmilaneyê

Hüseyin Demirci  | 23.11.2025 - Rojanekırın : 23.11.2025
Li Qersê di cirîd û hespbaziyê da werzişvan ketin milmilaneyê Hüseyin Demirci

Kars

 Li Qersê hespbazî û her wiha cirîd a ku werzişeke kevneşopî ya hespsiwariyê ye û wekî lîstika şerî tê zanîn, ji hêla gundiyan tê domandin.

Di çalakiyê da ya ku ji hêla kulubên werzişa siwariyên gundên navçeya Selîmê hat organîzekirin, li Navenda Destînasyona Turîzma Werzişên Bav û Kalan a 23 hezar metrekareyî, Kuluba Werzişa Hespsiwariyê ya Qers Qafqasê û Kuluba Cirîda Siwariyên Başkoy Çiyayê Allahuekberê derketin milmilaneya cirîdê.

Welatiyan bi germî têkoşîna werzişvanên ku hespên xwe di qada erdê nermê ê qûmî da bezandin şopand.

Piştî nimayişa cirîdê, di qada li pişt navenda destînasyonê, bi beşdariya 40 hespan di 4 kategoriyan da pêşbazî hat lidarxistin.

Di pêşbaziyan da yên ku welatiyan jî eleqe nîşan da, dem demî qezayên piçûk çêbûn. Werzişvanê ku ji çivê nefetilî û ji ser hespê xwe pekiya û ket erdê, cardin rabû li hespê xwe siwar bû û pêşbazî domand. Hespê ku di tûra dawîn a pêşbaziyê da xeriqî û li erdê dirêj bû jî bi midaxeleya beytar rabû ser lingan.

Her wiha werzişvan û xwediyên hespan ên ku di pêşbaziyê da pile bi dest xistin, hatin xelatkirin.

Selçuk Başkayayê Serokê Kuluba Werzişa Hespsiwariyê ya Qers Qafqasê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan di dawiya hefteyê da organîzasyoneke baş li dar xist û wiha dewam kir, "Îro me li navenda destonasyonê pêşandana cirîdê kir. Bêyî qeza û bela derbas bû, piştî cirîdê pêşbaziyên me yên hespan dest pê kirin. Ez spasiya kesên keda wan çêbû dikim."

Mehmet Ali Semizê Qaymeqamê Selîmê, Muammer Sancarê Serokê AK Partiyê yê Parêzgehê, hin kesa yên ji protokola parêzgehê û welatiyên ji gund û navçeyên cîran beşdarî çalakiyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın