Çand û huner

Li Norşînê çalakiya "Şevbihurka Dengbêjan" hat lidarxistin

Filit Gülelçin  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Li Norşînê çalakiya "Şevbihurka Dengbêjan" hat lidarxistin

Bitlis

 Li Guroymaka (Norşîn) navçeya Bidlîsê Şevbihurka Dengbêjan hat lidarxistin.

Di şevbihurka ku Şaredariya Norşînê li Parka Şelaleyê organîze kir da dengbêjan kilam gotin.

Şêniyên navçeyê li dora şevbihurkê civiyan û Şaredarê Norşînê Eşref Mutlu li ser girîngiya dengbêjan sekinî.

Mutlu destnîşan kir ku li navçeyê cara ewil çalakiyeke wiha tê lidarxistin û wiha dewam kir, "Înşellah em ê ji vir şûnda jî bi bernameyê bi vî rengî va jiyana çandî ya navçeya xwe geş bikin. Norşîn ne tenê bi binesaziya xwe va, ji aliyê çalakiyên çandî va jî li paş maye. Êdî em ê bi organîzasyonên bi vî rengî va navçeya xwe pêş bixin. Em ê li gorî medrese û ruhê Norşînê çalakiyên cuda jî li dar bixin. Em ê nivîskar û rewşenbîran jî bînin."

Qaymeqamê Norşînê Mehmet Zahid Uzun, Şaredarê Beldeya Gunkiriyê Îlhan Çetînsoy, Serokê AK Partiyê yê Navçeyê Nîhat Yavuz, Cîgira Midûrê Ewlehiya Navçeyê Merve Zeytun û gelek welatî beşdarî şevbihurkê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.