Çand û huner

Li Mûşê xwendekarên lîseyê dîwarê dibistanê bi resman xemiland

Sabri Yıldırım  | 09.05.2024 - Rojanekırın : 16.05.2024
Li Mûşê xwendekarên lîseyê dîwarê dibistanê bi resman xemiland

Muş

Li Mûşê xwendekarên Lîseya Hunerên Bedew a Şehit Yucel Kurtoglu, dîwarê dibistana lê perwerde dibînin bi resman rengîn kir.

Bi piştevaniya mamosteyan 25 xwendekaran xebat meşand û di çarçoveya projeya berpirsiyariya civakî da li ser dîwarê dibistanê resmên Laleya Mûşê, quling, Sultan Alparslan û Pireya Muradê ya dîrokî xêz kirin.

Midûrê Dibistanê Abdulkerim Ozçelik ji rojnamegeran ra diyar kir, xwendekaran li ser dîwarê dibistanê fîgurên bedewiyên deverê xêz kirin.

Ozçelik bal kişand ku armanca wan ew e ku cihên dîrokî û turîstk ên Mûşê bêtir bên dîtin û ferqkirin û wiha got, "Ji bo zêdebûna tecrubeya xwendekarên me yên beşa resmê, xebateke girîng e. Ez spasiya wan xwendekaran dikim ku li ser dîwar resim çêkirin."

Piştî bidawîbûna xebatê, şêranî îkramî xwendekaran kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın