Çand û huner

Li Mûşê pêşpaziya hespan a di navbera gundan da hat lidarxistin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 26.06.2022 - Rojanekırın : 04.07.2022
Li Mûşê pêşpaziya hespan a di navbera gundan da hat lidarxistin

Muş

 Li gundê Yilanliyê ya li ser Vartoya navçeya Mûşê pêşpaziya hespan a di navbera gundan da hat lidarxistin.

Gundiyan bi derfetên xwe li gund qadeke rast ya wek "Hîpodroma Nurî Efendî" binav dikin ji xwe ra ava kirine ku li vê derê pêşbaziya hespan tê kirin.

26.06.2022

Li Mûşê pêşpaziya hespan a di navbera gundan da hat lidarxistin

Li gundê Yilanliyê ya li ser Vartoya navçeya Mûşê pêşpaziya hespan a di navbera gundan da hat lidarxistin.

Ji gund û navçeyên der û dorê gelek kes hatin beşdarî pêşbaziyê bûn û temaşe kirin.

Ji gundê Yilanliyê hespa Mehmet Nurî Yalçiner yê bi navê "Mîr Baran" yê 4 salî di pêşbaziyê da bû yekemîn.

- "Em hewl didin ev şahî derbasî zarokên me jî bibe"

Mixtarê gund Mehmet Lutfî Yalçiner ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew her sal vê pêşbaziyê dikin û gundî jî eleqeyeke mezin nîşanî vê şahiyê didin.

Yalçiner anî ziman ew salê du caran pêşbaziyan li dar dixin û wiha axivî: "Ji dewleta me ricaya me ew e ku bila vê derê bikin hîpodrom. Bi salane pêşbirkên me yên hespan dewam dikin. Em hewl didin ev şahî derbasî zarokên me jî bibe. Me bi makîneya kar va ev der rast kir. Emê hezar lire xelat bidin xwediyê hespê ku bû yekemîn. Ev mîrateke çandî ye ji kal û bavên me ji me ra maye. Ji van hespên me gelek beşdarî pêşbirkên Federasyona Jokeyê ya Tirkiyeyê dibin."

Mehmet Nurî Yalçinerê hespa wî "Mîr Baran" di pêşbaziyê da bû yekemîn jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku hespa wî bû yekemîn û spasiya kesên beşdarî pêşbirkê bûn kir.

Jokey Mehmet Şahînê ji Elezîzê hatiye û beşdarî pêşbirkê bû jî wiha got: "Pêşbirkeke baş bû. Ez derbasî pêş bûm û min navbera xwe parast. Ez bûm yekemîn, hesteke pir xweş e. Em hewl didin vê werzişa kal û bavan bidomînin."

Ji welatiyan Fevzî Yalçiner jî got gel eleqeyeke mezin nîşanî pêşbirkê dide û wiha axivî: "Her kes ji bo temaşaya pêşbirkê serê sibê hat meydana ku hesp wê birevin. Pêşbirka me wek şahiyê derbas bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın