Çand û huner

Li Mêrdînê berhemên têlkariyê bûn diyariya Roja Xoşewîstan

Di atolyeya xişir û xemlan da ya ku li Enstîtuya Gihandinê ya Mêrdînê fealiyetê dimeşîne, xişir û xemlên têlkariyê yên îlhama xwe ji çanda dewlemend a bajêr distînin, wekî diyariya "14ê Sibatê Roja Xoşewîstan" eleqeyê dibînin

Halil İbrahim Sincar  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Li Mêrdînê berhemên têlkariyê bûn diyariya Roja Xoşewîstan

Mardin

 Sêwirînên telkariyê yên ji hêla hîndekarên pispor ên atolyeya xişir û xemlan a li Enstîtuya Gihandinê ya Mêrdînê tên amadekirin, bûn terciha wan kesan ku ji bo "14ê Sibatê Roja Xoşewîstan" li diyariyên taybet ên bajêr digerin.

Di Enstîtuya Gihandinê ya Mêrdînê da ya ku li pêşa Keleha Mêrdînê di avahiya ku 11ê Gulana 1892yan da wekî Mekteba Riştiyeyê vebûye da xizmetê dide, têlkariya ku ji hunerên destan ên zîvê yên Anadoluyê yên qedîm e jî tê domandin.

Sêwirînên ku ji hêla tîma lêkolînê ya enstîtuyê tên amadekirin û îlhama xwe ji motîfên li ser malên kevir û her wiha medrese, mizgeft û dêran dîstînin, bi destê hosteyan li ser guhar, broş, gerden, zendanî û gustîlan tên neqişandin.

Xişir û xemlên ku mîrata çandî ya bajêr vedihewînin, wekî diyariya "14ê Sibatê Roja Xoşewîstan" jî eleqeyê dibînin.

Tugba Mungana Midûra Enstîtuyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan li ser çanda Mêrdîn û Şirnexê ji gelek hêlan va lêkolîn kir.

Munganê bal kişand ku li navenda wan ji 6 atolyeyan yek jî ya xişir û xemlan e ku domdarên mîrata çandî ne.

Îbrahîm Cirikê hosteyê têlkariyê yê xebatkarê atolyeyê jî diyar kir ku ew, sêwirînên tên tesbîtkirin, bi têlên zîvîn ta bi ta dineqişînin û dikin xişir û xemlên wekî guhar, gustîl, gerden û broşan.

Emirhan Yigitê ku tevî hevalên xwe ji Sakaryayê hatiye dîtina bajêr, diyar kir ku ew gelekî di bin tesîra hunera têlkariyê da ma û dîroka wê vedigere salên gelekî berê.

Birgul Oraka Mêrdînî jî got ku di Roja Xoşewîstan da ew dixwaze diyariyeke ji berhemên hunera têlkariyê ji hevjînê xwe ra bistîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın