Çand û huner

Li Mêrdîna wek muzeya servekirî ye gel li ser banê xaniyan rûdinê û radizê

Halil İbrahim Sincar  | 11.08.2022 - Rojanekırın : 13.08.2022
Li Mêrdîna wek muzeya servekirî ye gel li ser banê xaniyan rûdinê û radizê

Mardin

 Li Mêrdîna ku bi dîrok û çanda xwe va wek muzeyeke servekirî ye gel ji ber germê li ser banê xaniyan hênik dibe.

Li bajêr germahî car caran digihêje 40 pileyî, welatî jî ji ber vê germê wextê xwe li ser banê xaniyên xwe li ser textekî qasî mêtroyekî bilind derbas dikin.

Ew xarinê li wir dixwin, çaya xwe li wir vedixwin û mazûvaniya mêvanên xwe jî li wir dikin.

Welatî bi şev jî di bin ronahiya stêrkan da li ser text radizên.

- "Şev jî em li ser text cihê xwe datînin û berê xwe didin esman û radizên"

Veysî Uzrekê li taxa Şarê dijî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand mala wan nêzîkî Keleha Mêrdînê ye, ew serê sibê dixebitin dema êvarê vedigerin mala xwe jî diçin ser baniyê xanî û wextê xwe li wir derbas dikin.

Uzrek wiha axivî: "Em xwarina xwe li wir dixwin, çaya xwe vedixwin, bi zarokên xwe ra li wir dilîzin. Carna cînar tên, lê em bi wan ra jî wextê xwe li vir derbas dikin. Şev jî em li ser text cihê xwe datînin û berê xwe didin esman û radizên. Rehetiya me li ser text heye. Xeweke saetekê ya bi şev berdêlî hemû rojê ye. Em serê sibê baş hişyar dibin."

- "Rehetiya me ya li vir li otêlên pênctsêrk jî tune"

Îkram Yuksekdagê li taxa Saraçogluyê dijî jî got ew ji klîmayê aciz dibin, ji ber vê havînê li ser banê xanî textekî datînin.

Yuksekdag anî ziman ew li ser banê xanî xwarin û vexwarina xwe dixwin û wiha axivî: "Aliyekî me Deşta Mezopotamyayê ye, aliyekî me jî Keleha Mêrdnê ye. Dîmenê Keleha Mêrdînê şev pir xweş e. Wek gerdeniyê ye. Deşta Mezopotamyayê jî wek behrê xuya dike. Em westa xwe wiha derdixin. Em bi temaşekirina stêrkan bi xew ra diçin. Rehetiya me ya li vir li otêlên pênctsêrk jî tune. Otela me ya pêncstêrk tune, lê textê me yê hezar û yek stêrkî heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın