Li Muzeya Heskîfê 26 berhemên 2 hezar û 300 salî ji ziyaretê ra hatin vekirin
Qaymeqam Mehmet Alî Îmrak: "Di encama xebatên xilaskirinê da gihaştin nêzî 79 goran. Berhemên di nav van da îro di çarçoveya Projeya Pêşangehên Muzeyê ya Bi Maweya 100+2 a Wezareta me va li Muzeya me ya Heskîfê ji ziyaretê ra hatin vekirin"
Batman
Li Muzeya Heskîfê ya li navçeya Heskîfê ya dîrokî 26 berhemên dîrokî yên 2 hezar û 300 salî ji ziyaretê ra hat vekirin.
Ji 39 berhemên heyama Helenîstîk û Persan a ku di kolanên xilaskirinê yên ku li gundê Akalîna li ser navçeya Heskîfê di çarçoveya Projeya Pêşangehên Muzeyan a bi Maweya 100+ 2 a Wezareta ÇAnd û Turîzmê da hatin bidestxistin 26 jê tên teşhîrkirin.
Li Muzeyê pêşangeha ku ji sike, guhar, bazind, mohr, kildank, dîzikên 2 hezar û 300 salî dê seranserê 3 mehan vekirî bimîne.
Qaymeqamê Heskîfê Mehmet Alî Îmrak daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku li her goşeyê dîroka xwedî dîrokeke 12 hezar salî dîrok radizê.
Îmrak bi bîr xist ku li gundê Akalînê par xebata xilaskirinê hat kirin û 79 gorên kevirîn hatin dîtin û got ku "Di encama xebatên xilaskirinê da gihaştin nêzî 79 goran. Berhemên di nav van da îro di çarçoveya Projeya Pêşangehên Muzeyê ya Bi Maweya 100+2 a Wezareta me va li Muzeya me ya Heskîfê ji ziyaretê ra hatin vekirin."
Îmrak got ku li navçeyê xebatên kolanê dewam dikin û da zanîn kju ekîba kolanê di demek kurt da gelek berhem dîtin û li ser envantera Muzeya Heskîfê hat zêdekirin.
Midûrê Muzeya Heskîfê Şeyhmus Genç jî behs kir piştî ku li gundê Akalînê defîneger ji hêla ekîbên cendirmeyan va hatin girtin li gorên kevirîn xebat hatin kirin.
Genç da zanîn ku di xebatên hatin kirin da berhemên ji heyama Helenîstîk û Persan mane yên 2 hezar û 300 salî dîtin û van rakirin muzeyê û got ku "Di nav berheman da mohrên girîng û sikeyên zîvîn ên heyama Helenîstîk hene. Me di çarçoveya projeya wezaretê da ev berhem teşhîr kirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
