Li Meletiyê mizgefta ku di erdhejan da hilweşiyabû ji nû va tê avakirin
Malatya
Li Meletiyê Mizgefta dîrokî ya Haci Yusuf Taş a di nav gel da wek "mizgefta teze" tê nasîn û bi piştgiriya Siltan Evdilhemîdê 2yemîn hatiye avakirin, ku di erdhejên 6ê Sibata 2023an da bi tevahî hilweşiyabû niha ji nû va tê çêkirin, ku di sala 2026an da banga mizgeftê dîsa bê bihîstin.
Avakirina mizgeftê di sala 1893an da dest pê kir, lê ew di erdheja 3ê Adara 1894an da hilweşiya.
Piştî hilweşîna mizgeftê avakirina wê li heman derê bi piştgiriya Siltan Evdilhemîdê 2yemîn di sala 1912an da qediya.
Hin beşên mizgeftê di erdheja 2020î ya ku navenda wê Sivrîceya navçeya Elezîzê bû da hilweşiyan, lê paşê dîsa hatin avakirin.
Di erdhejên 2023yan yên ku wekî "karesata sedsalê" hatin binavkirin da mizgeft vê carê bi tevahî hilweşiya.
Midûriyeta Herêma Weqfan a Meletiyê piştî demeke kurt dest bi çêkirina mizgefta dîrokî kir û niha ji sedî 60î çêkirina wê temam bûye.
Armanc ew e ku di sala 2026an da li vê mizgefta ku yek ji sembola bajêr e, dîsa dengê banga mela bê bihîstin.
Midûrê Herêma Weqfan a Meletiyê Adem Bacanli ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ji roja çêkirina mizgeftê bigire heta îro gelek caran di erdhejan da xisar gihîştiye mizgeftê.
Bacanli anî ziman ku ew bi xebateke saxlem û bihêz va mizgeftê çêdikin û wiha axivî: "Lijneyeke zanistî hat avakirin. Li ser pêşniyazên lijneya zanistî, rêbazeke avahîsaziyê ya cuda hat şopandin. Li gor vê, ji bo xurtkirina erdê mizgeftê 268 stûnên betonê yên ku dirêjiya wan 25 mêtro û berê wan jî mêtroyek e hatin çêkirin."
Bacanli got heke erdhejek çêbibe mizgeft bi saya vê xebatê wê saxlem be, lewra di stûnan da 5 hezar û 295 mêtrokup bêtona C-30 hatiye bikaranîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
