Li Kilîsê di kolandinên Girê Oylumê da belgeyên nû yên Hîtîtan hatin derxistin
Kilis
Di xebatên kolandinê yên li Girê Oylumê yê li ser sînorê Sûriyeyê da belgeyên nû yên ku bi nivîsa mîxî va hatine nivîsîn yên Hîtîtan hatin dîtin.
Xebatên kolandinê yên li Girê Oylumê di çarçoveya "Projeya Mîrata Ji Bo Dahatûyê" da tên kirin.
Xebat bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê, Zanîngeha Gazîentabê û Walîtiya Kilîsê va tên meşandin.
Rêvebirê Kolandinê Prof. Dr. Atîlla Engîn ji rojnamevanan ra daxuyand ku di lêkolînên îsal da ew gihîştin bermayiyên girîng û xebatên 2025an baş dewam dikin.
Engîn wiha got: "Di kolandinên îsal da em gihîştin cihekî abîdeyî yê ji heyama Hîtîtan a ku dîroka wê digîhêje B.Z. sedsala 13emîn. Bi ya me, ev mekanê rêvebirekî Hîtîtiyan e û me qismeke wê ya mezin derxist holê. Di vê derê da du tabletên Hîtîtê û gelek mohrên aîdî rêvebirekî Hîtîtan hatin bidestxistin. Vê jî nîşan da ku ev der teqez aîdê rêvebirekî Hîtîtê ye."
Engîn anî ziman ku du tabletên bi zimanê Akadî hatine nivîsîn jî hatine dîtin û wiha dewam kir: "Zimanzanê me lêkolîn kir û hat fêmkirin ku ev tablet metnên ku naveroka wan aborî û edebiyatê dihewîne pêk tên."
Engîn got ev der cihekî girîng e ku wê dîroka çandê ya herêmê ronî bike û armanca wan ew e ku ew belgeyên nivîskî zêdetir bibînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
