Li Keleha Zêrzevanê pergala belakirina avê ya 1800 salî hat dîtin

Diyarbakir
Li Diyarbekirê li Keleha Zêrzevanê ya 3 hezar salî ku di dewra Împaratoriya Romayê da wekî "niştewarê eskerî" hatiye bikaranîn, pergala belakirina avê ya 1800 salî hat derxistin.
Keleh 13 kîlomêtre dûrî navçeya Çinarê ye û nêzî taxa Demirolçekê ye. Keleh li ser girê zinaran ê ku 124 mêtre bilind e, wekî niştewarê eskerî hatiye avakirin. Perestgeha Mîthrasê ya ku li dinyayê ya dawî ye, di nava kelehê da hat derxistin. Keleh bi vedanên zanistî va dîrokê ronî dike.
Keleh di sala 2020î da li Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê hat zêdekirin û ji bo turîzmê di nava nirxên girîng ên bajêr da cih digire. Li kelehê ji aliyekî va xebatên vedanê dewam dikin ji aliyê din va mêvanên xwemalî û biyanî tên ezimandin.
Vedanê di sala 2014an da bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê, Walîtî, Qaymeqamtiya Çinarê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Midûriya Muzeya Diyarbekirê, Zanîngeha Dîcleyê, Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê, Serokatiya Îdareya Pêşketinê ya GAPa Herêmê, Saziya Kar a Tirkiyeyê û Xoya Safîrê dest pê kir û seranserê salê dewam dike.
Heta niha li keleh û 1000 donim qadeke derdora kelehê sûrên berê hatine derxistin ku 15 mêtre bilind in û 1200 mêtre dirêj in. Her wiha qûleya çavdêrî û parastinê ya ku 21 mêtre bilind e, dêr, avahiya rêvebirinê, avahî, depoyên dexl û den û çekan, gorên nava zinaran, qanalên avê û 63 sarincên avê, dêra binerd, sitargeha ku 400 kes dikevinê, dirbên veşartî hatin dîtin. Dîsa perestgeha binerd a dînê Mîthrasê ku piştî mîladê di sedsala 4em da bi qebûlkirina Xristiyaniyê va qîmeta wê kêm bûye û qadeke seba mersimên dînî û ayînên Perestgeha Mîthrasê hat dîtin.
Îsal li kelehê xebatên restorasyonê jî dan destpêkirin û di xebatên vedanê da herî dawî pergala belakirina avê ya 1800 salî hat dîtin. Li gorî tesbîtê pergala belakirinê ava sarincan digihîne avahiyên din ên kelehê û Perestgeha Mîthrasê.
Serokê Heyeta Vedanê Prof. Dr. Aytaç Coşkun ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji dewra Asûriyan pê va keleh bûye niştewar.
Coşkun wiha dewam kir, "Di kelehê da pergala avê ya newaze ya dewra Romayê heye. Me heta li dervayî sûran qanalên avê tesbît kirin. Di kelehê da 63 sarincên avê hene. Tenê sarincek 4 hezar ton avê hildide. Ji 3 çavkaniyên ku niha miçiqîne û 8,5 kîlomêtre dûrî kelehê ne, bi rêya kember û qanalan av anîne van sarincan. Me di kelehê da cara ewil mînaka pergala belakirina avê dît. Av ji qanalan ra pêşiyê diherike sarincan, ji sarincan jî bi rêya pergala belakirina avê diherike avahiyên din û Perestgeha Mîthrasê. Me cara ewil pergala avê ya kelehê keşif kir.
Coşkun diyar kir ku di pergala belakirina avê ya ku wan keşif kiriye da bermahiyên kûngê (lûleyên avê yên ji axê pijyayî hatine çêkirin) jî hatine dîtin û ev yek ji bo nîşandana ku sîstema bi zextê şandina avê ya di wê serdemê da li kelehê hatiye bikaranîn girîng e.
Coşkun wiha got: “Av bi van boriyan bi zextê ber bi cihên bilind va tê derxistin. Bi vî awayî av li seranserê qadê tê belavkirin. Di sarinca tonozkirî da sîstemeke şelaleya biçûk hatiye avakirin, paşê jî bi qanalê ve hatiye girêdan. Her wiha bikaranîna sîstema kûngê, av bi zextê ber bi cihên jor va hatiye derxistin û li qadên din hatiye belakirin.”
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.