Çand û huner

Li Keleha Urfayê mozaîqa bi nivîstek a ji sedsala 5em hat tesbîtkirin

Müslüm Etgü  | 19.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Li Keleha Urfayê mozaîqa bi nivîstek a ji sedsala 5em hat tesbîtkirin Eşber Ayaydın

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê li Keleha Urfayê ya li başûrê Binkeya Gola Masiyan mozaîqa bi nivîsteka Grekî ya ji sedsala 5em hat tesbîtkirin.

Seroka Kolanê Prof. Dr. Gulrîz Kozbeya Endama Hîndekariyê ya Zanîngeha Batmanê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Keleha Urfayê xebatên sala 2025an qedera 6 mehan e berdewam in.

Kozbeyê destnîşan kir ku di xebatên îsal da yên bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê di çarçoveya "Projeya Mîrata Paşerojê" da tên meşandin, wan mozaîqeke zemînê derxist holê.

Kozbeyê bal kişand, di zemînê ji kevirên mozaîqê yên spî, reş û sor da motîfên nebatan, fîgurên heywanan û unsûrên geometrîk hene û wiha dewam kir:

"Li gorî vekolanên ewil, divê yan zemînê dêrekê yan zemînê şapelekê û yan jî zemînê abîdeya şehîdan a em jê ra dibêjin martyrium be. Nivîsteka ku li gorî tesbîta hat kirin dîroka wê vedigere serdema Bîzansê, di çarçoveya formuleke epîgrafîk da hatiye nivîsîn. Li gorî nav û unwanên di nivîstekê da derbas dibin, em fam dikin ku nivîstek di navbera salên 460-495 ên piştî mîladê da hatine nivîsîn ku ev jî teqrîben dibe nivîsteke Grekî ya 1500 salî."

Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak jî bal kişand ku ew van xebatên kolanê pir giring dibînin ku ji bo tesbîtkirina şopên dîroka bajêr tên kirin û wiha dewam kir:

"Di erdhejên navend Kahramanmaraş ên 6ê Sibata 2023yan da xesar gihêşt dîwar û sûrên kelehê. Lewma jî ji 2024an û vir va li kelehê xebat tên meşandin û ev xebat gihêştin qonaxeke giring. Em plan dikin ku heya dawiya 2026an van xebatan kuta bikin û êdî keleha xwe ji bo ziyaretan vekin. Bi pesendkirina Wezareta me ya Çand û Turîzmê va vebûna vir li ber turîzmê, dê ji bo turîzmê bi xwe jî gelekî baş be û di heman demê da ev yek ji bo danasînê jî pir giring e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.