Çand û huner

Li HKIyê eleqeya ji bo pirtûkên elektronîk li gor yên çapkirî zêde dibe

Heman Hussein Yaseen, Emrah Akbulak, Bekir Aydoğan  | 16.08.2022 - Rojanekırın : 18.08.2022
Li HKIyê eleqeya ji bo pirtûkên elektronîk li gor yên çapkirî zêde dibe

Arbil

 Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) eleqeya ciwanan ya ji bo pirtûkên elektronîk li gor yên çapkirî zêdetir dibe.

Midûrê Yekîtiya Pirtûkxaneyan a Wezareta Çandê ya HKIyê Diyarî Vestan Ezîz ji nûçegihanê AAyê ra got pirtûkên hatine dijîtalîzekirin rehettir tên xwendin û baştir tên bikaranîn.

Ezîz daxuyand ku rêjeya xwendina pirtûkên çapkirî kêm bûye, li gor salên berê ziyaretvanên pirtûkfiroşan jî ne di asteke baş da ye.

Ezîz anî ziman ku ew hewl didin rêjeya xwendinê zêde bibe û xwegihandina pirtûkan jî hêsantir be û wiha dewam kir: "Ji hêla wezaretê û sepanên din va gelek pirtûk wê bên dijîtalîzekirin. Bi saya vê xwendevan wê bikaribin li ser komputer û telefonên xwe yên bihiş wan bixwînin."

- Bi taybetî ciwan eleqeyê nîşanî e-pirtûkan didin

Botan Yabeyê li Hewlerê pirtûkfiroşiyê dike jî daxuyand ku ciwan zêdetir xwendina pirtûkan ya li ser înternetê hez dikin, kal û pîr jî pirtûkên çapkirî hildibijêrin.

Yabe got herî zêde pirtûkên dînî tên firotin, di rêza duyem de jî pirtûkên zimanê Îngilizî heye.

Sorkev Selîmê rêvebirê weşanxaneyekê ye jî wiha got: "Berê mehê 10 an 15 pirtûk dihatin çapkirin, lê niha em nikarin pirtûkekê jî çap bikin, lewra kiryarên wan kêm bû."

Selîm got gelek kes tên pirtûkfiroşan, lê li ser înternetê kirîna e-pirtûkan erzantir e, ji ber vê çapkirina pirtûkan kêm bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın